spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ‘çerşefa reş’ û ewrên Cotmehê re dinivisînim

Enes Yildiz

Niha li navenda nûçeyan a Ronahî TV li ser kursîyê runiştime û qiseyan li ser computêr kom dikim.

Demjimer: 22:04’e

25 salin hêrs û bêbextiya ser rojê ye, sûretê min jî di ser bilûrekê kezebşewat de  mat e.

Nûçeyên ku dixwînim, ti mizgîniyan nînin. Lê nefesa însan, qiymeta jîn û jiyanê ye. Însan kêliya xwe ye, însan strana xwe ye. însan ax, welat, erdnigarî û rêya xwe ya rêwîtîyê ye.

Kurd hezar sal in yên vê axê ne. Ez bi xwe perdeya ku hîna xumame, ji mamik, çîrok, stran, helbest û destanan re hêrsê çêdikim. Ji payîza hezîn, şîn û ji kedera ser hişê însan re hêrsê çêdikim. Hêrsa reş û rêwîtîya kurdan a azadiyê jî li Rojava û li Binxetê çêdikim.

Ji yên vira re jî, ji dayik, kal, pîr û zarokan re jî hêrsê çidikim, hêrsa sînoran e. Hêrsa ewrekî reş ê cotmehê ye. Ji rojan  re ji sedsalan re stran gotin, ji welatê rojê re kilamên xwe birin ber payîzê. Kes ji kesan re azadiyê dixwaze. Kes ji kesan re heval e. Kes ji kesan re rêwî ye. Yên ku îro li meydanekê dicivin, ên ku hêrsa xwe, bedewiya xwe didin hev, ji heman axê nin. Yên ku di sengerekî de nin û yên ku ciranê hev in û yên ku yek pênûsê xêz dikin, ji doza xwe re yek in.

Ji laneteke sedsalê re hêrsê çêdikin. Ji çek û bombeyan re hêrsê çêdikin. ji wêranî û talaniyê re hêrsê çêdikin. Ji sûretên xwedayên sexte re hêrsê çidikin.

Ez kê binivsînim, li kêjan pencerê binêrîm. Li pêş kêjan bajar û kolanê de dereng mam e. Li asoyên kîjan zemanî me nizanim. Lê ev nivîsa min, çîroka cotmehekê ye. Şîn û şadiya şaristaniyê û ya vê erdnigariyê ye. Geh dibim birîna dayikekê, geh jî strana dengbêjekî me ku şevên dirêj mest kirine. Hemî jiyana însan hewla başbunê ye. Qenciya rêya xwe ye.

Yên vira, yên li Rojava û yên ku navbera esman û erdê de û ji jiyan û rêwîtîya xwe re peymanek mohr kirine hene. Ji zarokatiya xwe ya ku pê azadî xwestine. Neçarin ezîz bin, heyran bin û hêjabûna xwe jî bi ser deryayekî ve bilind dikin.

Kî di emrê axê de be, kî di emrê şaristaniyê û di emrê dîroka xwe de be, li Rojava, li Binxetê, li ber şer û kambaxiyan xwe radigire. Li rojava qedir û qiymetê dide, axê û dide nefesa xwe, ji esmanê bilind re qedir digre, ji dar û berekî re qedir digrin hene.

Jiyana li vir şer e

Rêberek nas kirin û sozek danê. Çerşefa reş girêdan, şîna sedsalê girêdan. Hêviya xwe, canê xwe, malê xwe û rêwîtîya xwe dan vê meydanê û ber vê êvarê.

Yên vira piyên xwe dane meydanê, di destê wan de yek fotograf

Ji sibê heta ber êvarê, hişê wan, qêrîna wan ew e ku bi çerşefa xwe û bi sûretên destên xwe bi peyatî diherin esman.

Li Rojava kes hene ji xewna xwe re digrîn. Hin kes jî hene ji azadiya xwe re digrîn. Di oxira yek tiştê de diçin. Li vira her tişt berdêl e. Xewn berdêl e. Tifing berdêl e. Pênûs û kamera berdêl e. Yên li dora sûretekî kom dibin, yên birînekî dikewînin, yên ku bi salane çerşefa reş girêdane, birîna qirnekî, birîna şaristaniyekê dikewînin.

Dayikên Rojava, zarokên li Rojava birîna xwe, birîna axê, dikewînin. Di bin top û bombebaranan de ewrên reş yên şîna cotmehê dibarînin. xelkê ku di êşa xwe de ewrên bi mij berbelav dikirin.

Veke! Veke! rûpela defter û kitêban veke. Ji bo bizanin emrê avê, emrê dexil û genimê zer, li ser kêjan ‘şîna Cotmehê’ mezin dibe. Olana xwe bide, vê axê, mala xwe, canê xwe, zarokên xwe bide vê axê.

Dayikekê şînek barand, li ser ewrên Cotmehê.

ji şîna dayikekê re dinivisînim, ji rabirdûyê re dinivisînim û pêşîn caran tesellî pê nabim. Xelkê vira, gelê vira, zarokên vira jî birînekê dicivînin, li meydanê, qêrînekî dişînin, li deştê, li kîjan kelamê, yên kîjan, ayetênin. Yên vira her roj diherin xwepêşandanan. Ji bo xwe û ji bo Rêberê xwe çerşefa reş girêdan û hîna di bin ewrên reş yên di Cotmehê de diherin merasîm û xwepêşandanan.