8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Modernîteya Demokratîk ji bo aloziya Ereb-Îsraîlê çareserî ye

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li ereb û cûhiyan dike ku modernîteya kapîtalîst derbas bikin û dibêje: "Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên milletperest û dînperest girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye.′′

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5′an ya bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” de dibêje: “Yek ji jêderên bingehîn yên pêxîrtengiya Rojhilata Navîn pêvajoya bi hev re avakirina dewletên netewe yên ereb û Îsraîlê ye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destnîşan dike ku dema di serê sedsala 19. de Ingilîstanê li ser Împaratoriya Osmanî dest bi operasyonan kir û divê de şêxên ereb weke beştê pê deriyên kelhan dişkînin bi kar anîn û wiha dibêje: “Li Balkanan zanyarên dînî yên ortodoks ên bi eslê xwe Grek bi kar anîn û destek da avakirina dewleta netewe ya Yewnan û bi vî awayî jihevdeketina Împaratoriyê li Balkanan bi lez kir. Li Başûrê Împratoriyê li Nîvgirava Erebistanê ku li ser riya Hindistanê xwedî pozîsyoneke stratejîk bû, xebateke bi heman rengî meşand, ango dewletdariya netewe ya ereb bi destê zanyarên dînî yên misilman yanî bi destê şêxên temsîla hiyerarşiya jor dikirin destek kir. Di heman demê de bi riya Kurdistanê jî bi şêxên terîqetan ên ji Silêmaniyê (di serî de Neqşî û Qadirî) ket nava hewldanên bi heman rengî. Li ser Başûrê Şahtiya Îranê jî kontrola wê ya her diçû zêde dibû pêşde bir. Pêvajoya pêşî bi serîrakirinan dest pê kir, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rejîmên mandater, bi Şerê Cîhanê Yê Duyemîn re bi dewletên netewe yên tam bi gewedebûyî bi encam bû. Di vê navberê de Împaratoriya Osmanî tesfiye bû. Li herêmê valatiyeke mezin çêbû yan jî çêkirin.

Ingilistan bi xwe çawa ku li Hindistanê jî qewimî nikarîbû yekser weke hêzeke mêtinger li herêmê bi cih bibe. Lê hêzeke hevrik jî nehişt. Hewl da, Komara Tirkiyê û rejîmên ereb ên manda di heman çarçoveyê de (Mijara sereke ya guftûgoyên li Kongreya Sêwazê li ser mandatiya Ingilîz an DYE’yê bû) û di heman demê de (1920) bihûne, pêk bîne. Helwesta radîkal a Mistefa Kemal (Di Şoreşa Franseyê de li dijî tesewira Ingilîzan Qraltiya Destûrî ya Meşrûtiyê dişibe dijberiya Montagnaran, Robespier û hevalên wî yên xwedî helwesta radîkal a komargerî) berê meseleyê da komarê û wisa gihand encamê. Lê bi awayekî cewherî tiştekî diguherî tinebû. Rejîmên manda yên Ereban jî di demeke kin de mîna dewletên netewe yên din veguherîbûn. Navên komarê yan jî qraltiyê li xwe kirin, lê van navan cewherê wan ê dewleta netewe neguherand. Bi awayekî bi lez derketina holê ya Îsraîlê jî tam li vê pêvajoyê rast tê. ′′

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku koka Îsraîlê disipêrin van qebîleyan û îdeolojiyên wan (Îdeolojiya Cihû, dînên yekxwedayî û milletperestî) ′′Îsraîl bi xwe encameke xwezayî ya şerên dewleta netewe ye ku di salên 1550’î de li ser xeta Amsterdam-Londonê weke dewleta modern derket holê û piştre bi qasî çarsed salan Ewrûpa kir gola xwînê.′′

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku di avakeriya dewletdariya netewe de entelektualîzma Cihû û sermayedariya wê (kapîtalîzm) timî bi rola pêşeng rabûye ′′Bawer dikirin ku bi parçebûna Împaratoriyên katolîk, ortodoks û îslamî, cihû wê bigihîjin azadiya xwe û her ku pêvajo pêşde biçe milletperestiya Cihû wê li ser bingehê îdeayên siyonîst dewleteke Îsraîl-Cihû ava bike.

Ev xebatên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dawiya wî de û piştî wî van xebatên bi baweriyê, bi bîrewerî û bi rêxistiniyê encam dan. Bi dewletparêziya netewe ya Komara Tirkiyê ya mînîmalîst a li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hat avakirin û di wê atmosferê de ku bi hejmareke zêde ya dewletên netewe yên ereb ên mînîmalîst re derket holê, dewleta netewe ya Cihû-Îsraîlê ya armanca îdeolojiya Sion bû di sala 1948’an de bi awayekî fermî hat îlankirin. Komara Tirkiyê mîna ku cewherê xwe yê Pro-Îsraîlê îspat bike, bû yekemîn dewleta netewe ya ku dewleta Îsraîlê nas kir.′′

Rêber Ocalan diyar kir ku avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne ′′Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê. Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e. Ev tê wê maneyê, li herêmê hêzên din ên dewleta netewe hebûna hêza hegemon Îsraîlê çiqasî nas bikin, ewqasî wê rewa bêne qebûlkirin, eger nas nekin wê bi şeran wan bînin ser xetê û wan wisa bihilhilînin heta ku Îsraîlê nas bikin. Komara Tirkiyê, Misr, Urdun û hinek welatên Kendavê ji wan dewletan in ku Îsraîl pêşî nas kirin, lewma ew weke dewletên netewe yên rewa qebûl kirin û xistin nava sîstemê. Yên mayî Îsraîl û hevgirtiyên xwe bi welatên din re şer dewam dikin. Di çarçoveya pirsgirêka Filistînê de şerê bi ereban re, di çarçoveya pirsgirêka Kendavê de pevçûn û şerên bi welatên din ên Îslamî re ji nêz ve bi hebûna hegemonîk a Îsraîlê ya li herêmê re têkildar e. Heta hegemonya Îsraîlê bê naskirin ev şer, pevçûn, komplo û reşkujî wê dewam bikin.

Eger mirov hûnandina hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast fêhm neke, mirov nikare rast fêhm bike ka çima bîstûdu dewletên netewe yên Ereb hatine avakirin. Mirov nikare bi şîroveyên dîrokê yên rastgir-çepgir, dîndar-mezhebî, etnîk û qewmî yên serxwebûnxwaziya bûrjûwaziya piçûk ên dewleta netewe modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn hatiye hûnandin rast fêhm bike. Lewma pirsgirêka Ereb bi tenê pirsgirêka bi Îsraîlê re nîne û nabe ku bi tenê weke pirsgirêkeke Îsraîl-Filistînê bê ravekirin. Pirsgirêka sereke û herî kûr a civakên Ereb, beriya her tiştî parçebûna wan a li bîstûdu dewletên netewe ye. Ev bîstûdu dewlet ji rêxistinên ajan ên kolektîf ên modernîteya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Hebûna wan bi xwe ji bo gelên Ereb pirsgirêka bingehîn e. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Ereb pirsgirêkek e ku bi hûnandin û avakirina modernîteya kapîtalîst a li herêmê re têkildar e. Bi tenê di vê çarçoveyê de mesele bê dîtin, ango weke hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li herêmê bi Îsraîlê re dibe ku pirsgirêkên wan hebin.

Çi Îslama radîkal, çi Îslama Nerm û çi jî Îslama Şîa dibe, bi tevahî nêzîkatiyên milletperest ên Îslamî ku dixwazin li şûna modernîteya kapîtalîst bi cih bikin, ji sextekariyeke mezin pêve tiştekî din nînin. Ji ber ku ev Îslamtî ji serê sedsala 19. ve şaxekî milletperestiya hegemonya modernîteya kapîtalîst e, ti têkiliya wê bi şaristaniya Îslamî re nîne, amûrekî îdeolojîk ê kapîtalîzmê yê xweserî welatên Îslamî yên Rojhilata Navîn e. Îslamtiya siyasî ya di dused salên dawî de ji ajanên bi maske yên hegemonya kapîtalîst wêdetir nikare bi roleke din rabe. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî hatiye hûnandin û xistine nava tevgerê. Jixwe di dused salên dawiyê de ev tevgerên Îslamî ji kûrkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn wêdetir bi roleke din ranebûn û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Îslama çandî mijareke cuda ye, û di çarçoveya rêûresmê de xwedîlêderketin û parastina wê, aliyekî xwe yê manedar û erênî heye. Eger ji çarçoveya modernîteya kapîtalîst dernekeve, şerên Ereb-Îsraîl û Filistîn-Îsraîlê wê her weke şerê deve-fîl yan jî mişk-pisîkê be. Di encamê de tişta derdikeve holê ew e, bi qederê sedsalan e ku şerên ji destpêkê ve encama wan diyar bi tevahî enerjiya gelên Ereb têk dibe. Eger ev şerên em behsa wan dikin nehatibûna vedîtin, bi tenê bi hatina ji petrolê Erebistaneke hêjayî deh Japonyayan dikarîbû bihata avakirin. Ji vê tespîtê encama girîng a mirov dikare derxe ew e, sîstematîka dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn weke ku tê îddîakirin, çavkaniya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakî û neteweyî nîne, berevajî pirsgirêkan mezin dike, giran dike, kûr dike û dike ku mirov nikaribe ji navê derkeve.′′

Ocalan got: “Paradîgmaya modernîteyê ya ji bo rastiyên dîrokî û civakî ya gelên Rojhilata Navîn hemûyan di cih de ye, li gorî gelên ereb jî alternatîfa herî rast û bi hêz e. Ji bo gelan modernîteya alternatîf modernîteya demokratîk e ku ji yekparebûna tevgerên neteweya demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, femînîst û çandî yên timî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşiyane pêk tê.”

Ocalan bang li Îsraîlê dike û dibêje “Heke dixwaze ji êsîrbûna sîstema bi destê xwe afirandiye rizgar bibe, divê lidawîhiştina modernîteya kapîtalîst li ber çavan bigire. Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka Cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên milletperest û dînperest girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye.′′