27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihemed Hemîd dixwaze hesap ji dewleta tirk bê pirsîn

Zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku di sala 2019’an de li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên dewleta tirk hatibû birîndarkirin û rojnamegerê tirk Erem Şenturk ew weke zarokekê filistînî nîşan dabû, diyar kir ku daxwaza wî ew e ku ji dewleta tirk hesab bê pirsîn.

Dewleta tirk di sala 2019’an de di çarçoveya êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Grê Spî de bi çeka qedexekirî fosfora spî êrîşî Serêkaniyê kiribû. Di encama vê êrîşê de zarokê bi navê Mihemed Hemîd (15) bi giranî birîndar bûbû û laşe bi tevahî şewitîbû. Piştî 4 salan hê jî êşa Hemîd zindî ye û qirînên wî yên dema birîndariya wî ji bîra wî naçin.

Bûyera Hemîd ku piştî dagirkirina Serêkaniyê bi malbata xwe re li Wargeha Koçberên Serêkaniyê ya Hesekê bi cih bû û hê jî li vir jiyana xwe didomîne, beriya 3 rojan ji aliyê rojnamegerê tirk Erem Şenturk ku weke qelemşorê AKP’ê kar dike ve hat berovajîkirin. Şenturk, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal mexdûrê êrîşa Tirkiyeyê Hemdî weke zarokekê filistînî yê mexdûrê êrîşên Îsraîlê nîşan da. Li ser ber bertekên ku jê re hatin nîşandan Şenturk parvekirina xwe jê bir.

Daxwaza Hemdî ya ji NY’yê

Hemîd ku heta niha li ser asta navneteweyî ji ber sûcê li dijî wî hatiye kirin hesab ji dewleta tirk nehatiye pirsîn û bavê xwe Hemîd Mihemed, der barê bûyerê û serlêdana ku li dijî sûcê dewleta tirk li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (HAWAR) re axivîn. Hemîd, destnîşan kir ku heta niha jî dema kul i birînên xwe dinêre êşa wî tê bîra wî û ev tişt got: “Ew qîrîn û êş di hişê min de ne. Daxwaza min ew e ku hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn. Ez ji NY’yê dixwazim ku bersiv bide dozên ku me li dijî Tirkiyeyê vekirine.”

Qala roja bûyerê kir

Bavê Hemîd, Hemîd Mihemed jî wiha behsa hûrguliyên roja birîndariya Hemdî kir: “Wê rojê Mihemed li pêşiya malê bû û me xwe hazir dikir ji bo ku ji bajêr derkevin. Lê me tenê dengê topbaranê bihîst û Mihemed li erdê dirêj kirîbû. Bi lez min ew rakir bajarê Til Temirê. Dûre me Mihemed derbasî başûrê Kurdistanê kir û piştre ji bo dermankirinê ew birin Fransayê. Wê demê em piştrast bûn ku Mihemed bi fosfora spî hatiye hedefgirtin.”

Banga li NY’yê

Der barê serlêdana ku li dijî dewleta tirk li NY’yê kirine de jî Mihemed ev agahî dan: “Beriya salekê me li cem NYêyê doz li dijî Tirkiyeyê vekir. Lê heta niha tu bersiv nehatiye. Her tim em, dozên me li dijî Tirkiyeyê vekirine, dişopînin, lê bersiv tune ye. 4 sal in em koçber bûne. Lê hê jî êrîş li dijî herêmên me berdewam in. Em bang li NY’yê dikin ku van êrîşan rawestîne û em vegerin warên xwe. Her wiha hesabê ji dewleta tirk û çeteyên wê bipirse.”