spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê dagir kiriye

Akademîsyenê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî hevkariya Tirkiye û PDK’ê û êrîşên li ser başûr diyar kir ku PDK’ê pêşeroja xwe radestî Tirkiyeyê kiriye û got: “Tirkiyeyê bi baregehên xwe yên leşkerî, bi hêza xwe ya aborî û ji hêla çandî û perwerdeyî ve Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye.”

Dewleta tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kirine û êrişên li dijî herêmê bênavber didomîne. Dewleta tirk di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de, li herêmê polîtîkaya dagirkeriyê dimeşîne. PDK li cihê ku li dijî van polîtîkayan derkeve, hevkariyê bi dewleta tirk re dike û di êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de ji bo artêşa tirk rêyan çêdike û pêşiya êrişan vedike. Her çend ku ev polîtîkaya PDK’ê di nava kurdan de rastî bertekên tund were jî, di helwesta xwe de bi israr e. Tirkiye jî sûdê ji van nakokiyên di navbera kurdan de digire û êrişên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de di serî de Qendîl, bênavber qadên PKK’ê bombebaran dike.

Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û helwesta PDK’ê de ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin re axivî.

 Li Rojava şerê sêyimîn ê cîhanê heye

Berwarî, diyar kir ku êrişên bênavber ên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Berwarî, daxuyand ku ji sala 1998’an bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê re heta niha şerê sar didome û ev tişt got: “Tiştên di roja me de li başûrê Kurdistanê, Rojava, Ûkrayna û Efxanistanê diqewimin di asta Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Di rewşeke wiha de Tirkiye hewl dide bi rêya têkiliyên PDK’ê bingeha dagirkirina tevahiya Kurdistanê amade bike. Hevkariya Tirkiye bi beşekê Hikûmeta Herêmê re dike, li dijî berjewendiyên kurdan e.”

 Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir dike

Bi domdarî Berwarî destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nayê qebûlkirin û wiha domand: “PDK’ê pêşeroja xwe radestî Tirkiyeyê kiriye. Gelê kurd vê hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re rast û erênî nabîne. Tirkiyeyê bi baregehên xwe yên leşkerî, bi hêza xwe ya aboriyê û ji hêla çandî û perwerdeyî ve başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Rewşa başûrê Kurdistanê roj bi roj xerabtir dibe. 2 hezar şîrketên Tirkiyeyê li Başûr hene. Li van şîrketan mehane 500 dolaran mûçe didin kesên ji Tirkiyeyê anîne. LLê 300 dolaran didin karkerên kurd. Li gel vê, gaza xwezayî ya Kurdistanê bêpere digirin. Li hêla din xweza û jiyana wan talan dikin. Di pêvajoyên pêş de gelê kurd dê berjewendiyên PDK’ê ne jî yên dewleta tirk qebûl bike. PDK’ê hemû pêşeroja xwe radestî hikûmeta tirk kiriye.”

Êrîş û sûîqast bi hekariya PDK’ê tên kirin

Berwarî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sûîqestên li dijî welatparêzên kurd ên li başûrê Kurdistanê û wiha dirêj kir: “Faîlê van sûîqestan dewleta tirk û PDK ne. Li başûrê Kurdistanê heta niha çiqas welatparêz hatibin qetilkirin, berpirsyarê tevan jî Tirkiye ye. Heke PDK û hikûmeta Başûr van kujeran dernexîne holê, wê demê şirîkê van komkujiyan e. Çendek roj berê di danê nîvro de li dijî bûroya KNK’ê êriş hate kirin. Di vê êrişê de hevalê me Denîz Bulbun hate qetilkirin. Buroya KNK’ê buroyeke leşkerî nîne. Buroyeke sivîl e. Buroya KNK’ê di bin kontrola yekîneyên asayîş û ewlekariyê de ye. Bêguman heke ev mirov di nava rojê de bên qetilkirin, berpirsyarê vê Hikûmeta Başûr û îktîdara Hewlêrê ye. Rayedaran demekî kin piştî qetilkirina hevalê me Denîz Bulbun gotin ku kujer hatiye girtin û dê hûrgiliyên wê piştre parve bikin. Lê hêj tu daxuyanî nedane. Hewl didin vê komkujiyê hêdî hêdî bidin jibîrkirin. Heke rayedar îro bibêjin ‘kujer di destê me de nîne’ jî lê di roja ewil de li xwe mikûr hatin. Divê ev kujer radestî saziyên Iraq û navneteweyî bê kirin ku edalet pêk bê.”

 Hewceye partiyên kurd hev kontrol bikin

Dr. Berwarî bi lêv kir ku divê hemû partiyên kurd venihêrîna hev bikin û wiha axivî: “Niha li Kurdistanê 115 partiyên cuda hene. Wisa bihesîbîne ku YNK îro xeletiyekê dike, wê demê bila tevahiya partiyên din li dijî vê derkevin û rê li ber xeletiya wê bigirin. Hewcehî bi saziyeke ku vê pêvajoya guftûgoyê birêve dibe heye. Hemû partiyên Kurdistanê mecbûr in di vê mijarê de baldar bin. Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê weke demokrasiyê xuya dike û pergaleke pirpartiyiye. Lê dema em li piştperdeya wê dinêrin, lingekî wê li Kurdistanê ye û lingê din li cem dagirkeran e. Ev durûtî ye.”

 Çareserî li Îmraliyê ye

Berwarî, bal kişand ser rol û rista çareseriya li Îmraliyê û wiha bi dawî kir: “Pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk tên careserkirin. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê rewşeke wisa were afirandin ku gelê kurd li ser xaka xwe bi awayeke azad bijî. Partiyên ku îro xiyanetê li Kurdistanê dikni, bila nebêjin ku ev xiyaneta wan dê ji bo wan bimîne. Çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bi komkujî û îşkenceyê nabe. Ji bo dewleta tirk çareserî ew e ku bi Rêberê PKK’ê re pêvajoya guftûgoyê bide destpêkirin. Pirsgirêka kurd tenê dikare bi vî awayî were çareserkirin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe jî li Rojhilata Navîn şer û tundî bi dawî nabe. Divê her çar dewlet ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin nava liv û tevgerê.”