5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina kurdî ya girtiyan weke mafê bêdengiyê hesibandin

Dadgeriya Înfazê ya Amedê, girtiyên ku ji ber li dijî pêkanînên li girtîgehê derketibûn û doz li wan hatibû vekirin parastina xwe bi kurdî kirin weke "dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne" hesibandin.

Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê, di 25’ê tebaxê de dema gardiyan ji bo jimariya serê sibehê diçin qawîşa A-23, bi hinceta “ewlehiyê” ji girtî Îbrahîm Zeren dixwazin betaniyeya li erdê rake. Zeren jî ji wan re dibêje “madem zafiyeta ewlehiyê çêbûye nexwe divê personel betaniyê rakin.” Li ser vê midûrê yekemîn ê girtîgehê wiha bi ser Zeren de diqîre: “Gava min got rakin gere hûn rakin. Em çi bibêjên hûn mecbûr in pêk bînin.”

Her wiha piştî vê bûyerê gardiyan bi fermana midûr Zeren dibin hucreya yekkesî ku weke “odeya muşhadeyê” bi nav dikin. Piştî birina Zeren, girtiyên din jî bi berzkirina dirûşmeya “hûn nikarin me bitepisînin” bertek nîşanî vê yekê didin. Piştre îdareya girtîgehê der barê bûyerê de lêpirsîn dide destpêkirin. Girtiyan, di parastinên xwe de diyar kirine ku bi awayekî wijdanî li dijî rewşa ku hevalê wan tê de bûye rabûne û bertek nîşan dane.

Heqê wergerê xwest

Di encama lêpirsîna îdareya girtîgehê de bi hinceta “belesebeb berzkirin dirûşmeyan” cezayê mehek qedexekirina têkilîdanînê li 49 girtiyan hat birîn. Piştî îtiraza girtiyan biryar ji Dadgeriya Înfazê ya Amedê re hat şandin. Di danişîna li 3’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Amedê de 49 girtiyan xwest parastina xwe bi kurdî bikin û vê yekê bi daxwaznameyê û devkî ji dadgeriyê re ragihandin. Lê dadgeriyê, ji girtiyan re diyar kir ku gava heqê wergêr bidin wê bikaribin parastina xwe bi kurdî bikin. Girtiyan jî diyar kir ku dê nikaribin heqê wergêr bidin û di parastina bi kurdî de israr kirin.

Danişîn taloq kir

Piştî ku girtiyan pirsên dadger bi kurdî bersivandin, dadger jî wan weke “dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne” hesibandin. Dadger, angaşt kir ku Ramazan Yilmaz û Mûstafa Kûtayê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûne, fermana parastina bi kurdî dane girtiyan û ji ber vê biryara bidawîkirina danişînê da. Her wiha dadgeriyê derpêş kir ku Yilmaz û Kûtay dîrektîf dane girtiyên din ku ji xeynî kurdî parastinê nekin û ji ber vê cezayê dîsiplînê li her du girtiyan birî.

Danişîn taloqî 18’ê cotmehê hat kirin.