spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê êrîşkarek hat kuştin

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, kesekî ku êrîş bir ser welatiyekî hat kuştin.

Li Herêma Kurdistanê, êrîşên sûîqastî yên ji aliyê PDK’ê ve tên plankirin û bi destê dewleta tirk ve tên kirin, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh jî welatiyekê tirk li Silêmaniyê êrîş bir ser welatiyekî. Êrîşkar ji aliyê kesê ku êrîş bir serê ve hat kuştin.

Li gorî nûçeya ku Rojnewsê der barê mijarê de derbas kiriye, êrîş ji aliyê welatiyê Tirkiyeyê S.D. ve li bajaroka Sengerser a navçeya Pişder a Silêmaniyê pêk hatiye. Li gorî nûçeyê S.D. bi bisiqlêta motor êrîş li welatiyekî navê wî zanîn kiriye. Welatiyê êrîş lê hat kirin bersiv da êrîşkar û ew kuşt. Welatiyê ku êrîş lê hat kirin rakirin nexweşxaneyê.

Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku êrîşkar S.D. endamê Îstixbarata Tirkiyeyê ye.