spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerîllayê HPG’ê Şahîn li Bismil hat veşartin

Gerîllayê HPG’ê Bîlal Şahîn ku li herêma Omeriyan a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bismil ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin.

Malbata gerîllayê HPG’ê Bîlal Şahîn ku pêr li Herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di operasyona artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Şahîn ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê wergirt. Malbatê cenazeyê Şahîn anî navçeya Bismil a Amedê û li Goristana Gundê Qamişloyê spart axê.

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Bismilê, MEBDYA-DER û TÛHAY-DER jî di nav de bi sedan kes tev li merasîma cenazeyê Şahîn bûn.