3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan 26 dayik û parazvanên mafên mirovan binçav kirin

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin xwestin di hefteya 969’emîn de biçin Qada Galatasarayê. Lê polîsan mudaxale kir û 26 dayik û parazvanên mafên mirovan binçav kirin

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û faîl bên dîtin û darizandin, di hefteya 969’emîn de civîyan û xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek, parlamenterên HEDEP’ê Celal Firat, Ozgul Sakî, Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Polîsan kolana Îstîklalê û hemû kuçeyên ku derdikevin Qada Galatasarayê girtin. Girseya Dayikên Şemiyê ku xwest li biçe qadê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafê Mirovan (AYM) jî biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê hincet nîşan dan û çalakiya dayikan asteng kirin. Girse demek dirêj di dorpêça polîsan da ma. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyên dorpêçê bigirin jî ji wir hatin dûrxistin.

Parlamenterên HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî polîan dan û destnîşan kirin ku astengkirin û qedexeya Dayikên Şemiyê sûcek destûra bingehîn e û ew ê her kêlî li cem Dayikên Şemiyê bin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî polîsan dan û wiha hat gotin: “Mertalan têr nekir, vê carê jî bi wesayîtên binçavkirinê hevalên me dorpêç kirin. Kes nikare şahidiya tiştên di dorpêçê de diqewimin bike. Em bi fikar in.”

26 kes binçav kirin

Polîsan 26 dayik û parêzvanên mafê mirovan ji pişt ve kelemçe kir û wan xistin binçavan.