17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HEDEP’ê ji bo revandina endamê xwe daxuyanî da

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)  têkildarî revandina endamê xwe yê ciwan daxuyanî da. Parêzer Îbrahîm Kaya got ji bo ku miwekîlê wî kurd e hatiye revandin û dê bûyerê bişopînin

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mazlum Kaya duh li navçeya Akdenîza Mêrsînê ji aliyê kesên xwe polîs dabûn nasîn ve hatibû revandin, îşkence û gef lê hatibûn xwarin. Rêxistina HEDEP’ê ya Mêrsînê têkildarî revandina endamê xe yê ciwan li avahiya HDP’ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HEDEP’ê Alî Bozan, Perîhan Koca, Alî Bozan û Kamûran Tanhan û rêveberên partiyê û ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.

‘Ji bo wan kurd be bes e’

Parêzerê Mazlum Kaya, Îbrahîm Kaya yê endamê OHD’ê di daxuyaniyê de ewilî axivî û got: “Dewletê mafyayek çêkiriye û van çetayan li welat belav kirine. Em di serdemek çeteyan de derbas dibin. Bêyî ku der barê miwekîlê min de tu biryara binçavkirinê neîne jî wî revandine û îşkence lê kirine. Ewlehî û mafên gel êdî li holê nemaye. Ji bo were îkencekirin û bi awayekî dijhiqûqî were revandin, ji bo wan kurd be bes e. Em ê wek OHD’ê dest ji vê bûyerê bernedin û bişopînin.”

‘Em paş de gav navêjin’

Parlamenter Alî Bozan jî axivî û wiha got: “Bi vê revandin û îşkenceyê tenê ne hevalê me Mazlûm bi taybetî dixwazin meclisa ciwanên me bikin hedef. Meclisa me ya ciwanan çar meh in kampanyake daye destpêkirin. Polîs ji xebatên ciwanên me re dibin asteng. Rayedarên vî bajarî ji xebatên ciwanên me aciz in. Yên ku divê li dijî tiryakê têbikoşin lê wezîfeya xwe bicih nayînin û êrişa li ser ciwanên me tercîh dikin. Wê ev êriş nikaribin gavên me bi paş ve biavêjin. Wê îşkencekar derkevin holê û wê werin darizandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan di 15 cotmehê de kesên ku xwe wekî polîs dabûn naskirin, wesayita edîtorê rojnameya me Rohat Bulut jî di riya Mêrdînê de rawestandibûn, gef li Bulut xwaribûn û heqaret lê kiribûn. Li gorî agahiyên ku hevalê me yê rojnameger dabû ew kesên sivîl bi erebeyeke bê pîlakê riya wî birîbûn û ew dabûn rawestandin.