18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan li aqûbeta Aydemîr û Gumuş pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Elihê li aqûbeta Huseyîn Aydemîr û Yilmaz Gumuş li Stembol û Êlihê hatibûn windakirin pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 767’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Xizmên winda, endam û rêvebirên ÎHD amade tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Aydemîr ku di 19’ê cotmeha 1995’an de li Stenbolê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Çîroka serpêhatiya winda Aydemîr endama Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê parêzer Berfîn Elçî xwend.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman beriya daxuyaniyê axivî û ev tişt got: “Em di şerekî ku li Rojhilata Navîn wêraniyên mezin çêdike re derbas dibin. Duh hemû şaxên me di heman demê de nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin. Me banga destwerdana lezgîn kir ku şer bi dawî bibe. “Em dîsa li vir bang dikin; şer wêranî ye, pêşî li vê wêraniyê bigirin.”

Di axaftina xwe de Saman, gotinên birayê Cemîl Kirbayir ê winda yên di daxuyaniya Dayikên Şemiyê de bi bîr xist û wiha got: “Ev gorên vekirî dê kîngê bên girtin? Malbata Mîkaîl Kirbayir û bi sedan xizmên windayan bi salan e li Qada Galatasarayê tundiyê li wan tên kirin. Em dixwazin qedexeya li ser vê çalakiyê bê rakirin. Em piştgiriya Dayikên Şemiyê dikin.”

Serpêhatiya winda Huseyîn Aydemîr wiha ye:

“Huseyîn Aydemîr ê 34 salî ku bavê 6 zarokan e li gundê Tûtê yê Licê dijî. Wê demê gund hatin şewitandin, gundî neçar man koç bikin û bibin cerdevan. Licê û gundên wê yên ku ambargoya erzaqê û birçîbûn lê pêk dihat jî veguherîbû dojehê. Aydemîrê ku bazirganiya sewalan dikir jî bû hedefa leşkeran. Leşker gelek caran bi ser mala wî de girt û tundiyê li malbata wî kir. Leşkerên ku bi ser malê de girtin gef li malbata Aydemîr xwarin û gotin, eger Aydemîr teslîm nebe, dê Aydemîr li ku bibînin wê bikujin û bi panzerê cenazeyê wî kaş bikin û tehşîr bikin. Bavê Aydemîr di serdegirtina malê de binçavkirin. Bavê Aydemîr ku leşkeran binçavkirina wî înkar kir, 20 roj di binçav de îşkence lê kir. Jê re dibêjin “Ji kurê xwe re bêje bila were teslîm bibe” û gef lê dixwin. Aydemîr ku di bin van şert û mercan de nikarîbû biçe malê, destpêkê bi malbata xwe re koçî Amedê, piştre jî koçî Edeneyê kir. Lê belê li vir jî nekarî ji zext û gefan rizgar bibe. Di nîvê sala 1995’an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir.

Wan li wesayîtên spî siwar kirin

Aydemîr 19’ê Cotmeha 1995’an de serê sibê çû mala hevalê xwe Fehmî Tosun ku li Avcilarê. Pştî ku bi hev re taştê xwarin derdora saet 10.00’an ji malê derketin. Dema li Aksarayê li ser rê dimeşiyan 2 wesayîtên spî nêzî wan bûn û bi zorê wan li wesayîtê siwar kirin. Malbatên wan ên ku hîn bûn li Aksarayê ji aliyê polîsên cil û bergên şexsî ve hatine binçavkirin, serî li hemû rêyên hiqûqî dan. Malbata ku li her derê li kurê xwe digeriyan, hîn bûn kupolîsan Aydemir birine Enqereyê û dema li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bûye radestî rayedarên leşkeran kirine. Hemû serlêdanên malbatê bê encam man. Binçavkirina Aydemîr û hevalê wî Fehmî Tosun di hemû astên dewletê de hat înkarkirin. Qanûn nehat sepandin. Ji bo aqûbeta wan eşkere bibe û ji bo darizandina kujeran bi domdarî lêkolîn nehatin kirin. Bi hinceta demborîye der barê dosyayan de biryara neşopandinê hat dayîn.

Di şert û mercên binpêkirina mafan de mirov tên windakirin

Windakirinên di binçavan de tenê di şert û mercên ku mafên mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin de dibe. Ya ku van şert û mercan diafirîne, hebûna pergala bêcezakirinê ye. Dayika Aydemîr, Asiye Aydemîr bi salan li benda xebera saxbûna kurê wê ma. Mixabin Dayika Asiye jî mîna Dayika Berfo, Dayika Fatma, Dayika Elmas, Dayika Meryem beriya ku bi zarokên xwe re bijîn bi çavên vekirî ji vê jiyanê çû. Çend sal derbas bibin jî; Em ê dev ji lêgerîna edaletê ya Dayika Asiye û daxwaza edaletê ya ji bo Aydemîr û hemû windayan bernedin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê jî xizmên windayan û endam û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê li Kolana Gulistanê li hev kom bûn û di hefteya 603’yemîn de çalakiya xwe li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de xizmên windayan û ÎHD’ê aqûbeta zarokê bi navê Yilmaz Gumuş (17) ku di 21’ê cotmeha 1993’yan de li taxa Yeşîltepe ya Elihê hatibû windakirin pirsîn.