5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê pêşengeha wêneyan

Organîzasyona HUNERÎ li Êlihê şêweya xêzkirina wêneyan li dar xist. Wênesaz Rûken Ekîncî diyar kir ku ev bername ji bo hemû jinên ku li cîhanê tên qetilkirin e

Organîzasyona  Hunerî li baxçeyê Şaxa Sendîkaya Petrol Îş’ê ya Êlihê şêweya xêzkirina wêneyan li dar xist.  Di şêweyê de nûner û rêveberên DBP, HDP, ARÎ-DER, TJA, Dayikên Aştiyê, Navenda Çandê ya Êlihê, Lîstikvanên Şanoya Bajer a Amedê, TMMOB, Egîtîm Sen û gelek rêxistinên civakî amade bûn. Di destpêka bernameyê de Serap Ergin, diyar kir ku jin di nava civakê de xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Ev festîvala ku me li dar xist bi mebesta “jiyana azad û jina azad e” pêk het. Jin di civakê de xwedî rolek girîng e. Heta jin azad nebe dê civak jî azad nebe.”

Wênesaz Rûken Ekinci jî bi van gotinan bal kişand ser rewşa Rojavayên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê ku jin çawa rastî tundî û qetilkirinê tên û wiha axivî: “Em îro li rewşa heyî dinêrin her roj jin û zarok tên qetilkirin. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe em li dijî qetilkirina jin û zarokan in. Ev bernameya ku tê lidarxistin jî ji bo jinan e. Em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê û li her dera cîhanê ku jin lê dijîn şer pêş nekeve.