18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Rêzimana Kurmancî” ji nav weşanên SZK’ê derket

Piştî xebateke berfireh a sê salan, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), berhema "Rêzimana Kurmancî" derxist

“Rêzimana Kurmancî” ku ji hêla her du endamên SZK’yê Ferhad Mûsayî û Viyan Hesenî ve hatiye danîn, nûxurîya weşanên SZK’ê ye û berhema wê ya pêşîn e.

Di pêşgotina berhemê de hatiye nivîsîn: “Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdiviya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma SZK’yê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike. ”

Berhema “Rêzimana Kurmancî” ji şeş beşan pêk tê: dengnasî, morfolojî, ristesazî, watanasî, rastnivîsîn û xalbendî.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku saziya zimanî ya bilind û biryarder e li Rojavayê Kurdistanê, navenda wê li bajarê Qamişloyê ye û ji 2019’an ve mijûlî xebatên zimannasiyê ye.