17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan sixurtî li hevseroka HEDEP’ê ferz kirine

Rêxistina HEDEP'ê ya Sûrê da xuyakirin ku polîsan Hevseroka Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Navçeya Sûra Amedê Melîha Comert şopandiye û sîxurtî lê ferz kirine.

Di 26’ê cotmehê de Hevseroka HEDEP’ê ya navçeya Sûrê Melîha Comert hatibû şopndin û xwestibûn ku bi awayekî dijhiqûqî îfadeya wê bigirin. Der barê bêhiqûqiya li hemberî hevserokê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî tundiyê paşve gavê navêjin û der barê mijarê de gilî bikin.

Hat zanîn ku polîsan Hevseroka Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Navçeya Sûra Amedê Melîha Comert di 26’ê cotmehê de şopandiye û sîxurtî lê ferz kirin e. Rêxistina HEDEP’ê têkildarî mijarê li avahiya rêxistina Sûrê daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HEDEP’ê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn metna daxuyaniyê xwend û di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxedana jinan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku ewil axivî û diyar kir ku dê der barê mijarê de gilî bikin.

Dûrxistina ji siyaseta demokratîk

Hevserok Pinar Sakik Tekîn daxuyanî da û anî ziman ku rejîma otokratîk mekanîzmaya zextê li ser jinan ferz dike û got: “Em ên ku siyaseta demokratîk dimeşînin, her tim bûne hedefa hikûmetan. Me ev berdêl carnan bi canê xwe, carnan bi azadiya xwe da. Hikûmetên faşîst carna bi rêya dadgehan, carna bi rêya hêzên hiqûqê û carna jî bi rêya hêzên paramîlîter hewl didin vê zextê bikin. Bi zextan hewl dan ciwanan, xebatkarên me yên siyasî û jinan ji siyaseta demokratîk dûr bixin.”

Tekîn diyar kir ku beriya 3 rojan Hevseroka HEDEP’A Sûrê Melîha Comert hatiye şopandin û bi awayekî derhiqûqî hewl hatiye dayîn ku lêpirsîna wê bê kirin û got: “Ev nêzîkatî di rastiya xwe de zindîbûna zihniyeta mêraniyê ya di koka pergalê de veşartî ye ye. Em jin û pêşengên siyaseta demokratîk ku li hemberî zîhniyeta faşîst a we ya mêtînger ji bo bedelê dudilî nemînin, ji niha û pê ve jî em ê vê berdêlê bidin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.