spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya şerê Îsraîl û Fîlîstînê yê sê hefteyan

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di bombardûmana Îsraîlê de ya li ser Şerîda Xezeyê zêdeyî 8 hezar kes hatin kuştin. Save the Children ragihand ku li Fîlîstîn û Îsraîlê 3 hezar û 257 zarok hatine kuştin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê ve di bombebaranên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara miriyan ji 8.300’ê derbas kir.

Li aliyê Îsraîlê jî li gorî rayedarên Îsraîlê di êrîşa 7’ê cotmehê de hezar û 400 kes mirine ku piraniya wan sivîl bûn.

Zarok bûne qurbanê yekem ê şerê Îsraîl û Fîlîstînê.

Li gorî daneyên Saziya rêxistina sivîl Save the Chîldren li Xezeyê herî kêm 3 hezar û 195, li Şerîaya Rojava 33 û li Îsraîlê jî 29, bi giştî zêdeyî 3 hezar û 257 zarok hatine kuştin.