17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedat Yilmaz: Îdareya girtîgehê îdeanameya min firotin min

Rojnameger û editorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz ku ji nîsanê heta niha girtî ye, diyar kir ku îdareya girtîgehê îdeanameya wî firotine wî

Yekîneye Hiqûqê ya Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Medyayê (MLSA), Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dicle Muftuoglu û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz ziyaret kirin. Endamên MSLA’yê li Girtîgehan Hejmar 2 a Tîpa F a Sîncanê rojnameger ziyaret kirin û der barê rewşa girtîgehê de agahî girtin.

Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz, li girtîgehê bi endamên Yekîneya MSLA’yê re axivî û agahî parve kirin.

Yilmaz ku der barê wî de heta 37 salan ceza jê têxwestin anî ziman ku îradeya girtîgehê îdeanameya ku der barê wî de hatiye amadekirin firotine wî û wiha got: “Dema em bi hevalên xwe yên kar, hempîşe, malbat, xwişk û birha, hevjîn û zarokên xwe re diaxivin wekî me sûc kiriye nişan didin. Dîsa kesên ku der barê wan de lêpirsîn hatibe vekirin û em bi wan re axivîbin jî wekî ku me sûc kiribe nişan didin. Sibê dê heman tişt ji bom in jî bê kirin. Kesên ku bi min re axivîbin jî dê der barê wan de wekî “Bi kesên ku der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin re ketiye têkiliyê’ û bi vê hincetê li wan dozê vekin. Wê bi sucdariya endamê rêxistina terorê sûcdar bikin. Di îdîanameyê de wekî daneyên istasyona Bazê ya ku ji heman cihî tên girtin wekî delîla sûc nişan bidin. Der barê min de ideaya “Ji sala 2017’an de karta krediyê ku min tu hewale nekiriye heye. Lê ez bi rêk û pêk vê karta krêdiyê pêk tînim. Komeleyên ku perwerdehiya pîşeya rojnamegeriyê didin wekî ‘Komeleyên ku dewletê reş dikin’ nişan didin.”

Em di tecrîda fîzîkî de ne

Yilmaz der barê zextên li girtiyan tên kirin jî axivî û wiha got: “Min di nava qanalên televîzyonan de Halk TV û Tele1 xwest. Lê heta niha min tu encam negirtiye. Em dixwazin Rojnameya Evrensel û Yeni Yaşamê bixwînin. Min ev xwest. Lê bi hinceta ev rojname li bayîyan tune ne, rojname nedan me Ez wekî rojnamegerekî dixwazin bigêjim agahî û çavkaniyên cuda. Lê azadiya min a ez xwe bigînim agahiyan û wan bînim ber hev ji deste min tên girtin. Xala 10’emîn a PMME binpê dikin. Hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê fikr û agahiyê de em di tecrîdê de tên girtin. Em nikarin sûdê ji mafên xwe yên civakî û candî sûdê bigirin. Vî mafê me pir bi sînor dikin. Em dixwazin bi zimanê îngîlîzî û biyanî kursê bibînin. Lê serlêdana me bê bersîv ma. Dîsa me xwest roja telefonê bê guhertin. Lê ev daxwaza me jî red kirin.”

Îdîaname bi pereyan firotin

Yilmaz, herî dawî destnîyan kir ku îdareya girtîgehê îdeanamea ku der barê wan de hatiye amadekirin bi pereyan difiroşin wan. Axaftina girtiyan a bi malbat û xizmên xwe re wekî sûc nişan didin. Dîsa girtiyên neşwe nayên dermankirin.