5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzehovîtiya xwe bi jêkirina tiliyê bi dawî dikin

Enzîle Ozdemîr ku çîroka windabûna hevjînê xwe vegot, diyar kir ku cenazeyê hevjînê xwe ji tiliya wî nas dike piştre polîs ji bo cenaze nedinê tiliyeke din a hevjînê jê dikin tînin nîşanî wê didin

Di salên 1990’î de li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) nêzî 17 hezar kes ji hêla dewletê û kontrayên wê ve hatin windakirin. Piraniya van kesan jî di bin çavan de piştî ku îşkence li wan hatin kirin hatin windakirin û heta niha jî aqûbetên wan ne diyar in. Her wiha di dosyayên wan de jî heta niha tu pêşketin pêk nehatine. Yek ji van kesên hatin windakirin jî Mehmet Ozdemîr e. Ozdemîr di sala 1997’an de ji aliyê polîsan ve li gundê Kabê yê navçeya Sûrê ya Amedê hat revandin û windakirin. Ji vê salê ve agahî ji Ozdemîr nayê girtin.

Hevjîna Ozdemîr Enzîle Ozdemîr çîroka windabûna hevjînê xwe vegot. Ozdemîr, destnîşan kir ku hevjînê wê têciriya sewalan kiriye û beriya ku cara dawîn bê binçavkirin windakirin 4 caran hatiye binçavkirin û bi van gotinan qala îşkenceyeke li hevjînê xwe kir: “Carekê 14 rojan di bin çavan de ma. Ji ber îşkenceyê  û çavên wî hişk girtibûn ser pozî wî çilmitîbû, du parsûyên wî şikestibûn, nikaribû rabûya û rûniştina. 40 roj li erdê ma.”

Piştre Ozdemîr, da zanîn ku roja ku hevjînê wê hatiye revandin û bi hevalê xwe yê bi navê Elî re bûye û li qehwexaneyekê ji aliyê du polîsên sivîl ve tê revandin û ev tişt gotin: “Dema ku her du polîs ew direvînin ber wesayîtekê kesekî din jî ji wesayîtê peya dibe û wî bi zorê dixin wesayîtê. Mihemed naxwaze siwar bibe û xwe li erdê dirêj dike. Wî bi darê zorê siwar dikin. Xwarza wî hat ji min re got, ‘xalojin xalê min girtine’. Ez û zarokê xwe bi hev re giriyan. Ji ber ku ji min re gotibû ku palîsan jê gotiye, ‘em vê carê te binçav bikin em ê te winda bikin’. Beriya ku hevjînê min birevînin yekî liceyî dikujin û dibin li Semsûrê dixin bin erdê. Ji ber ku hevjînê min jî bi malbatê re diçe Semsûrê û cenazeyê wî derdixin û tînin, polîs gef lê dixwin dibêjin, ‘tu çima çûyî cenazeyê wî derxist anî, em ê te bikujin wê kes cenazeyê te jî nebîne’. Wisa jî kirin.”

Destpêkê qebûl dikin piştre jî înkar

Ozdemîr, got ku piştî revandina hevjînê xwe ji bo dîtinê serî li ÎHD’ê daye û bi van gotinan qala hewldanên xwe yên wê demê kir: “Ez çûm ÎHD’ê ji min re ji bo daxwaznamê bûn alîkar. Dema me daxwazname bir edliyeyê ji me re gotin, ‘neçin em bersivê bidin we’ û bersivê di kaxizekî de dan. Piştre me bersivê bir ÎHD’ê cem Parêzer Osman Baydemîr. Nivisabdibûn ku Mehmet Ozdemîr li emniyetê ye. Em jî her roj diçûn ber derê edliyê da ku dema wî bînin daneşînê em wî bibînin. Rojekî polîsekî heqaret li pismamê wî kir û jê re got, ‘tu çima her roj wan tînî vir’? Pismamê wi jî got, ‘pismamê min di bin eîşkenceyê de ye em li bendê ne ku wî bînin daneşînê’. Polîs jê re got, ‘Em ê wî bînin daneşînê hûn e bibînin he? Cihê ku em têde dibin û tînin jixwe hûn nabînin. Careke din hûn neyên vir’. Wan çiqas got neyên vir jî em diçûn. 14 roj şûnde em û Baydemîr bi hev re çûn edliyê. Li wir ji me re gotin, ‘rast e me gotiye li emniyetê ye lê me tevlîhev kiriye, me kesêkî wisa binçav nekiriye’ û binçavkirina wî înkar kirin.”

Tiliya wî jê dikin

Di berdewamê de Ozdemîr, destnîşan kir ku ji bo dîtina hevjînê xwe serî li hemû qereqolên li Amedê daye û û wiha pêde çû: “Rojek telefonî me kirin gotin, ‘gundiya kesekî dîtiye û wi defin kirine, hûn jî herin lê binêrin ka yê wê ye yan na’? Em çûn ji ber wî defin kiribûn me ji bo vekirina gorê daxwazname nivisand. Bersiv sê meh şûnde hat û em çûn cihê gotin. Dema em çûn gorê vekiribûn . Ji ber ku cenaze sê meh li ber sir û seqema zivistanê û sê meh jî di bin axê de mabû min wî nas nedikir. Ketim gorê û wî di neynika piyê wî de nas kir, pêçiya beranî bêneynik bû. Li ser vê min ji goristanê derxistin û gotin, ‘ji ber ducaniyê şoq derbas dike. ji ber miriye goşt hatiye ser û neynika wî xuya nake’. Min xwe li wan hêrs kir û got ‘ma goşt çûye ser vê neynikê tenê, hîn we gorê venekiribû min ji we re got ku ew neynika wî tuneye’. Min ji gorê dûrkirin û çûn neynikê jêkirin û anîn nîşanê min dan. Neynika ku min digot neanîbûn ya piyê din anî bûn. Min qebûl nekir, ji min re gotin ku tu me pir aciz dikî. Min jî xwe hêrs kir got ku hûn jî min aciz dikin. Piştre gorê girtin gotin ku cenaze yê we nîne.”

Dubare gorê vedikin

Ozdemîr, agahî da ku roja gora hevjînê wê vekirine hevalekî hevjînê wê jî li wir bûye û tevî ku zanibûye kesê di gorê de hevjînê wê ye jî ji ber gefa polîsan newiribûye bibêje ku kesê di gorê de hevjînê wê û bi van gotinan qala vê yekê kir: “Hevalekî wî yê ji gundê ku lê hatibû definkirin jî bi me re hat goristanê. Li wir ji polîs û leşkeran re dibêje, ‘jin hevjinê xwe nas dike we çima wê xapand’? Jê re dibêjin, ‘ger tu li cem jinê jî wisa bibêjî, em ê te jî bikujin’. Wî ditirsînin nahêlin bibêje. 10 sal şunde rojekê min wî kesî li nexweşxaneyê dît. Me hev nas kir got, ‘ka we çi kir’. Min got ku weke xwe ye. Hevalê wî ji min re got ku dema hevjînê min şûştine ji bo ku defin bikin ew jî li wir bûye û nîşanê ku wê demê min ji polîsan re gotiye hebûne. J imin re got, ‘daxwazname bide, ez ê jî werim îfade bidim ku ew ê di wê gorê de Mihemed e. Çi dikin ji min bila bikin qê ez ji Mihemad ne çêtirim. Herî zêde min jî bikujin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ozdemîr, got ku li ser gotinan careke din daxwazname dane serdozgeriya komarê û 3 meh şunde bersiva daxwazmaneya wê hatîye û gorê dubare vekikirine û ev agahî dan: “Guneh di stuyê wan de be. Ji bo DNA’yê tahlîla xwînê ji kurê min, ji xwişka wî û kesê ku di gorê de bû girtin û şandin Enqerê. Salek û nîv şûnde encam hat û gotin ku tahlîl li hev dernekitine. Lê dîsa jî bawer nakim, me dixapînin.”