17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Polîsên Exlaq’ êrîşî jineke din kirin û rewşa wê girane

Li gorî medya navxweyî ya Îranê belavkirî, keça Kurd a 16 salî Armîta Girawend li îstasyonek a metroyê ya Tehranê, rastî êrîşa ‘Polîsên Exlaq’ ên Îranê hatiye û 3 roj in di nexweşxanê de ye

Di 1’ê Cotmehê de ango roja yekşemê Armîta Grawend a 16 salî ku xelkê Kirmanşanê û niştecihê Tehranê ye, piştî li îstasyona metroya Şuheda ya li Tehranê xirabûna tenduristiya wê ketiye komayê û niha rewşa wê girane.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ji agahiyên ji şahîdên bûyerê girtî û belavkirî, dema xwendevanên keç diçin îstasyona metroyê, hinek polîsan hişyarî dane wan ku bê hîcabin û piştî pevçûna bi gotinî, polîsekî derbek li Armîta dide û serê wê li hesinekî dikeve û dikeve erdê. Her wiha hate diyarkirin ku piştre bi alîkariya hevrêyên xwe radibe û diçe metroyê, lê li wir bê hiş dibe û dikeve komayê.

Rayedarên Îranê vê yekê red kirin û diyarkirin ku sedema bê hişbûna wê ‘ketina tansiyona di xwînê de’ bû.

Lê rê li ber belavbûna temamiya dîmenê li metroyê tê girtin û rê nayê dayîn ku rojnamevan raport li ser bûyerê çêbikin, heta rojnamevanek ku çuye nexweşxaneyê, piştî çend saetan ji aliyê hêzên emnî ve hatiye binçavkirin.

Heman demê de Ajansa Nûçeyan a Îranê ya Zimanhalî Dewlet, duh hevpeyvînek li gel dayîk û bavê Armîta belav kir, lê nediyare ku ew hevpeyvîn bi xwesteka xwe yan jî dibin zext û gefan de pêkanîne.

Heta îro jî hewayek tund a emnî li derdora nexweşxaneya Fecir a ku Armîta Girawend lê tê girtin, heye.

Hêjayî gotinêye ku ji beriya salekê di 16’ê Îlonê de jina Kurd Jîna Emînî a ji bajarê Seqîzê di encama êrîşa ‘Polîsên Exlaq’ ya ji ber ‘hicaba zoremlî’ kete komayê û piştî sê rojan di komayê de ma jiyana xwe ji dest da ku bu çiruskek a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’.