spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan 112 kes binçav kirin

Piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir di nava 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin

Di 1’ê cotmehê de li dijî Midûriyeta Polisan a Giştî a li qada Wezareta Karên Hundir êrişeke bombeyî pêk hat. Piştî çalakiyê, polîsan li gelek bajaran dest bi pêla binçavkirinê kir. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de heta niha 112 kes hatin binçavkirin. Di 2’yê cotmehê de li Stenbol û Kirikkaleyê polisan bi ser gelek malan de girtin û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin niha li Mmidûriyeta Polisan a Stenbolê tên ragirtin. Tê payîn ku îro îfadeyên wan bên girtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Alî Yerlîkaya ragihand ku di encama operasyonên serdegirtinê yên duh ên li 16 bajaran de 55 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku navenda operasyonê Riha ye û li bajarên weke Mêrdin, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stanbul, Bursa, Êlih, Denîzlî, Edene, Qeyserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê jî hatiye berfirehkirin. Balkêş e ku gelemperiya kesên hatine binçavkirin penaber in. Yerlîkaya, ragihand ku îro jî li 15 bajaran bi ser malan de hate girtin û di encamê de 37 kes hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ku operasyon li bajarên Stenbol, Wan, Riha, Xarpêt, Duzce, Amed, Bursa, Edîrne, Kirklarelî, Kîlîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê hatine kirin.

Polîsan di nava 3 rojan de bi giştî 112 kes binçav kirin.