3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hebûna Nagîhanê ji xwe re xetere dîtin

Parêzer Rûşen Seydaoglû, da zanîn ku saleke di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel de derbas bû û hê jî kujer nehatin darizandin û got: “Em dixwazin kujer bê darizandin.”

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger, akademîsyen, nivîskar û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê di 4’ê Cotmeha 2022’yan de hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Nagîhan re salek derbas bû. Nagîhan ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê û avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî. Bi xebatên xwe bandorê li jinên Başûr û li gelek jinên cîhanê kir. Parêzer û Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Rûşen Seydaoglû der barê kar û xebatên Nagîhan Akarsel de nirxandin kir.

Rûşen Seydaoglû, di destpêkê de diyar kir ku Nagîhan Akarsel ji ber nasnameya kurdbûnê û rojnamegeriya azad hat qetilkirin û wiha got: “Ji salên zanîngehê heta roja ku şehîd ket kar û xebatên têkoşîna azadiya jinan dikir. Her tim hewl dida ku jiyaneke kolektîf a ji bo azadiya jinan û fikreke azad dixebitî. Nagîhan ji bo têkoşîna azadiyê kedeke mezin dida. Em di tecrûbeyên wê yên jiyanê de wateya gelek tiştan dibînin. Em bi hev re di Lijneya Weşana Jîneolojiyê de gelek xebitîn. Di heman demê de me di gelek weşanan de bi hev re nivîs amade kirin û parvekirin. Ev tişt ji bo min gelek bi nirx e. Polîtîzma heyî bi awayekî mecbûrî me ji me dide perçekirin. Jixwe pergalên kapîtalîst her tim rojnameger, aktîvîst, rewşenbîr û hemû kesên ji bo azadiyê têdikoşin, dikin armanc û wan qetil dikin. Em vê yekê îro şênber dibînin. Em jî hewl didin hemûyan bi bingeheke laîqî û fêmbarî bidin ber çavan.”

Gihîştina heqîqetê

Seydaoglû, bal kişand ser hêza Nagîhan Akarsel ku bandorê li fikrên hemû jinên cîhanê kir û ev tişt got: “Kovara jineolojiyê bi nivîs, têkoşîn û qabîliyeta wê derdiket pêş xwîneran. Bi hezar salan e ev têkoşîna ku tê meşandin dibe tirsa dilê desthilatan. Gihîtştina heqîqetê di rastiya jinê dertê pêş çavan. Pergala mêrsalariyê ya ku dibêjin di destê îqtîdarê de ye her tim hêza li dijî têkoşîna jinan li ser piyan dihêle. Pergal jixwe hebûna kesên weke Nagîhan ji xwe re xetere dibînin. Jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin ev tişt tirseke mezin di dilê despotan de dide avakirin. Em dikarin bibêjin ev sûîqest bi piranî li dijî jinan pêk tên. Nagîhan di aliyê kar û xebatan de ji bo me hafiza bû. Nagîhan, di nava gelek weşanên kurdî de cih girt. Ew hafiza bû. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî Nagîhan, êrîşê li dijî hafizeyê ye. Ji bo pêşerojê dixwazin xetereyeke mezin bidin afirandin û rê li ber gelek xebatan bidin girtin.”

Astengkirina mafê jiyanê

Seydaoglû, bi lêv kir ku têkoşîn bi destê kesên li dijî desthilatan pêş dikeve û wiha axivî: “Pergal bi taybetî li dijî jinên ku rojnamegeriyê dikin disekinin. Jinên rojnamegerên azad pergala heyî qebûl nakin. Hêzên pergalê gefên kuştinê li van rojnamegeran dixwin. Bi van gefan dixwazin qada têkoşînê vala bikin. Hatiye asteke wisa ku jin nikarin li vî welatî bijîn. Her roj mirov koç dikin. Lê dîsa jin têkoşîna xwe didomînin û li ser rêya heqîqetê dimeşin.”

Têkoşîneke pîroz

Seydaoglû bi domdarî destnîşan kir ku desthilat li dijî kesên hilberîner in û wiha dirêj kir: “Jinên ku têkoşîna azadiyê tam kirin, êdî her tem û li her derê têdikoşin. Jinên xwe nas dikin û li pey heqîqetê ne dibin hedefa êrîşan. Dewletên heyî li dijî avakirina jiyana nû di qeyranê de ne. Jin li dijî kiryarên desthilatan rêyeke nû ava dikin.”

Înfazên bi kêfî

Di berdewamiya axaftina xwe de Seydaoglû, da zanîn ku wan bang li Neteweyên Yekbûyî kirine û wiha pêde çû: “Ji bo kujerên Nagîhan û hemû kesên destê wan di kuştinê de heye bên dîtin, jinan bang li Neteweyên Yekbûyî kir. Jinan xwestin ev kujer bên darizandin û cezakirin. Salek di ser qetilkirinê re derbas bû, lê hê jî darazê tu gavên şênber neavêtine. Em dixwazin kujer bên darizandin. Ji bo kesên li pişt kujer derên holê me bang li Neteweyên Yekbûyî kir. Nûnerên jin, li ser înfazên kêfî û bêdaraz, bi roportên taybet re hevdîtinek pêk anîn.”

Têkoşîneke mezin

Seydaoglû, anî ziman ku ji bo jin xwedî li mafên xwe derbikevin divê hêza xwe xurttir bikin û wiha bi dawî kir: “Jinan di daxuyaniyên xwe de daxwaz û bertekên xwe anîn ziman. Ya girîng TJA, rêxistinên jinan, Tevgerên Femînîst û hwd dê çiqas li van kiryaran xwedî derbikevin. Hewce ye ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevgerên mafên mirovan bikevin nava liv û tevgerê.”