7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Êlihê malê şaredariyê talan dike

Qeyûmê Şaredariya Êlihê, beriya hilbijartinên herêmî vê carê jî bazara Genim ku 116 dikandar lê hene da ber firotinê. Lê belê ji ber kes tev li îhaleyê nebû, nehate firotin

Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye beriya hilbijartinên herêmî ku jê re demekî kurt maye firotina neguhêzbarên aydê şaredariyê didomîne. Qeyûmê beriya niha 11 neguhêzbarên aydê şaredariyê firotin niha jî çav berdayê Bazara Genim ku 116 dikandar lê hene. Tevî bertekan jî ji bo Bazara Genim a 46 donim e di 2’yê cotmehê de îhale hate kirin. Lê ji ber kes tev li îhaleyê nebû bazar nehate firotin.

Pêvajoya dadgehê didome

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, firotina neguhêzbarên şaredariyê nirxandin û wiha got: “Gelek di bin bihayê Batmanpark AVM’ê de dan ber firotinê. Hate xwestin ku pêşkeşî kesên Serokê AKP’ê yê Bajêr jî di nav de bê kirin. Lê me pêşî li vê yekê girt û dest ji vê biryarê berdan. Pişt re qada xurtkirina civakî jî di nav de 11 neguhêzbar dan ber firotinê. Tevî hemû îtîrazan jî hate firotin. Me ev bir dadgehê. Pêvajo didome. Qeyûmê ku şaredari xist nava deynan, niha jî çav berdaye Bazara Genim.”

Korkmaz, bal kişand ku li Bazara Genim gelek dikandar hene û wiha berdewam kir: “Hem ji bo taxê hem jî ji bo bajêr cihekî gelek girîng e. Cihekî ku di sala 2007’an de ji bo 29 salan hatiye kirêkirine. Heke wir bê firotin dikandar û 3 taxên li wê herêmê dê mexdûr bibin. Qeyûm ji roja hatiye şaredariyê ve bi firotina neguhêzbarên şaredariyê re mijûl e. Em dixwazin deynê şaredariyê were aşkerekirin. Agahî tên ku bi milyaran lîre deyn heye. Bila qeyûm derkeve deynê şaredariyê aşkere bike. Bila weke sedane parve nekin. Di serdema me de me bi awayekî zelal tabloya dahat û lêçûnan parve dikir.”