28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsên ku li Licê îşkence li zarokekî kiribûn, hatin berdan

3 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna îşkenceya li Y.D.’yê 14 salî ya li navçeya Licê hatibûn girtin, hatin berdan.

Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê di 21’ê Adarê de polîsan zarokê bi navê Y.D. revandibûn û îşkence lê kiribûn. 3 polîsên di çarçoveya lêpirsîna îşkence û revandinê de hatibûn girtin, hatin berdan. Baroya Amedê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî mijarê daxuyaniyek parve kir wiha got: “Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê bi hinceta ku kiryarên polîsan ên li dijî zarokê 14 salî di çarçoveya ‘Sûcê îşkenceyê’ de ye û biryara bêerkiyê dabû. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta ku hêmanên sûcê îşkenceyê pêk nehatine biryara bêerkiyê rakir û bi piraniya dengan biryar da ku her sê polîs bên berdan. Di dosyaya ku hemû hêmanên sûcên îşkenceyê tê de hene de, biryara rakirina bêerkiyê û berdana polîsan encama polîtîkaya bêcezatiyê ya li dijî peywîrdarên cemaweriyê ye. Em ê şopandina pêvajoya hiqûqî bidomînin.”

Wê rojê çi qewimî bû

Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê 21’ê Adarê polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî digirin û îşkence lê dikin û lê ferz dikin ku ew çêrî kurdan bike û sirûda Îstîklalê û helbesta Mehmetçîk jiber bike. Piştî ku ajansa Mezepotamyayê îşkenceya li dijî zarokî kir nûçe Serdozgeriya Komarê ya Licê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. 5 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îşkenceyê tê rêvebirin de hatin binçavkirin, di 26’ê adarê de ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcê “kesekê ji azadiya wî bêpar bihêlin û birîndarkirina bi qestî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Licê derbarê polîsên bi navê Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi sûcê “birîndarkirina bi qestî” biryara girtinê dabû û her du polîsên din berda bû.

Serdozgeriya Komarê û parêzerên gilîker li dijî biryarê îtîraz kirin. Li ser vê yekê ji bo amirê emniyetê Aykut Oral û polîs Hayrettîn Çakmak biryara girtinê hate dayîn. Dadgeha Cezayên Giştî ji bo her du polîsan biryara girtinê da. Lê belê Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Liceyê bi şertê “kontrola edlî” biryara berdanê da.