3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin’

Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî divê li her qadê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 27 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê ve destûr nayê dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Her wiha serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Parêzera Ocalan û parlamentera partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut re nirxand.

‘Neçar man ku guhertinê bikin’

Newroz Ûysal, anî ziman ku ji ber pozîsyona Ocalan kesên ku pergala tecrîdê ava kirine neçar mane ku di vê pergalê de hin guhertinan çêbikin û wiha got: “Tecrîda ku ev zêdetirî 24 salane li ser Ocalan tê meşandin li gorî fikra min mijareke ku divê analîzeke pergalê li ser bê kirine. Mijareke ku ji çend çavdêriyan firehtire. 24 salên tecrîdê li ser mirovan bandor kiriye. Ne tenê ji aliyê hiqûqî, di heman demê de di qada siyasî, çandî û ziman de jî bandora neyînî kiriye. Ji roja ku birêz Ocalan anîne Tirkiyeyê heta roja me ya îro pergalek hate dizayn kirin û bi vî awayî ev pergale dane meşandin. Ev pergala ku vîna birêz Ocalan nekarî teslîm bigire û bi vê rêbazê xwestin peyamê bidin ku têkoşîna gelê kurd berovajî bû. Ev kesên ku ev pergal e avakirine û dixwestin ku di şexsê Ocalan de bidin ferzkirin nêçar man ku di pergala xwe ya ku avakirî de hin guhertinan bikin. Di heman demê de li gel van guhertinan nêçar man ku pozîsyona Ocalan jî qebûl bikin.”

‘Ji neçarî rola Ocalan qebûl kirin’

Ûysal, da xuyakirin, ku bandora Ocalan a li ser Rojhilata Navîn ji aliyê dewletê ve jî hatiye qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber helwesta birêz Ocalan, ji aliyê dewletê ve jî weke kesê diyarker ê di pirsgirêka kurd û polîtîkayê de hatiye qebûlkirin. Di hin deman de tecrîda girankirî bi awayekî qismî hat sivikkirin, bi tevahî nebejî û ne hiqûqî be jî, li gorî polîtîkayên şer ên diguhere hin gavên çareseriyê hatin avêtin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê rasterast girêdayî bandor û hêza birêz Ocalan a li ser pirsgirêka kurd e. Bi rastî ne tenê em siyasetmedar, di heman demê de hêzên dewletî û dewleta tirk bi xwe jî dizane. Îro ev rastiye ji aliyê hêzên demokrasiyê, siyasetmedar û parêzerên navneteweyî ve jî hatiye qebûlkirin.”

‘Tecrîd wateya serdemeke bêyî kurd e’

Ûysal a bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê, diyar kir ku tecrîd bi xwe re alozî aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di pêvajoya 7-8 salan a ku piştî pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an û  Osloyê derbas bû de, bi awayekî zelal dît. Di pêvajoya 2011-2012’an de, di pêvajoya 2009’an de dît ku di çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkayên dewletê yên ewlehî û şer dest pê kiriye. Nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka jinê, li hemberî qada siyasî û hiqûqê tê wateya derketina ji derveyî hiqûqê û aloziyên piralî. Ji ber vê jî her hevdîtina bi birêz Ocalan a ji aliyê dewletê ve ne bi sedemên hiqûqî bi sedemên siyasî tên astengkirin. Mixabin em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku giraniya xwe di wateya zagonî de aşkere dike. Zêdekirina vê tecrîda li ser birêz Ocalan tê wateya siyaseta bê kurd, jiyaneke bê kurd, li Tirkiyeyê serdemeke nû ya bê kurd. Daxwazên rewa yên kurdan tên paşguhkirin û şer li her qadê dijwar dibe.”

‘Hewldanên jibîrkirinê israra di şer de ye’

Ûysal, da zanîn ku Ocalan di pergala nû ya cîhanê de xwedî fikreke alternatîf a jiyanê ye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd, mîmarê aştiyê û weke fîlozofê serdemê tê qebûlkirin. Ji aliyê zanyarên siyasetê ve weke pisporê alternatîfa jiyana nû tê pênasekirin. Birêz Ocalan 24 salan zêdetire di bin tecrîdê de ye û ev nayê qebûlkirin. Îro kampanyayên ji bo azadiya birêz Ocalan her ku diçe mezintir dibin. Lê tu agahî ji Birêz Ocalan nayên girtin. Hewldanên jibîrkirina birêz Ocalan dê bi xwe re şer bîne. Xeta îdeolojîk a birêz Ocalan, fikra HDP’ê, mînaka Rojava ya li Rojhilata Navîn alternatîfeke jiyana nû ye. Di vê noxteyê de dema ku  daxwaza azadiya birêz Ocalan hatiye paşguhkirin, em ê gelek gav paşve dest bi daxwaza azadiyê bikin.”

‘Divê xeta têkoşînê bê birêxistinkirin’

Ûysal destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û wiha domand: “Ji bo ku ev yek biguhere, di qada hiqûqî de hiqûqnas, di qada siyasî de siyasetmedar, di warê hunerê de hunermend, di çapemeniyê de nivîskar û her hêzeke ku xwedî bandor e li qada heyî têbikoşe. Divê herkes di qada xwe de wateya tecrîda li ser Ocalan vebêje. Ji bo ku hikumet ji bo guhertina vê gav bavêje, bi kampanyayan, bi riya çapemeniyê em her qenalan bikarbînin û xeta têkoşînê bi hêz bikin. Pêwîste ev xet bi rêxistin bibe. Ji ber ku tecrîda li ser birêz Ocalan evqas giran e. Ev tecrîd bi salan e didome, heta ku xeta têkoşînê neyê bihêzkirin, em ê nikaribin tecrîdê bişikînin û em ê daxwaza xwe ya azadiyê jî gelek bi paş ve bidin dest pê kirin.”

‘Cezayên displînê perçeyekî tecrîdê ye’

Ûysal, anî ziman ku cezayên dîsîplînê jî pîvaneke nû ya tecrîdê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîsa cezayê dîsîplînê yê tê dayîn bi parêzeran re jî nayê parvekirin. Nahêlin ku parêzer tu erka xwe pêk bînin û mafên xwe yên parastinê di warê pîşeyî de bi cih bînin. Piştî ku hemû cezayên disiplînê bi zanebûn bi dawî bûn, sedema astengkirina hevdîtina parêzeran bi giliyên xwe yên li dadgerê înfazê dizanin. Bi rastî, ev pîvanek nû ye. Ev pîvaneke din a tecrîdê ye. Rewşa bersivdayînê hê jî didome. Em ji giliyên ku em dikin hîn dibin ku cezayên disiplînê hatine dayin. Dîsa tu biryar, ne hincet, ne îtiraz nîne. Li ber çavê dewletê 24 sal ne tişteke. Lê ev cezayên disîplînê bûye parçeyek ji tecrîda ku 24 sal in li ser birêz Ocalan tê meşandin.”