7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsên li Şemzînanê êrîşî esnafan kirin gule li derdorê reşandin

Polîsên ku bi esnafên navçeya Şemzînanê re ketin nîqaşê, hem gef xwarin hem jî bi awayeke bê ser û ber li derdorê gule reşandin

Duh li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera polîsan û esnafan de rageşî derket. Li gorî agahiyan; di navbera polîsan û xwediyê kargehekê de rageşî derket. Hat zanîn ku nîqaş mezin bû û polîsan bi qirika xwediyê kargehê girt û gef lê xwarin. Welatiyên ku hay ji rewşê hebûn hatin cihê bûyerê û bertek nîşanî polîsan dan. Di vê navberê de di navbera welatiyan û polîsan de rageşî derket.

Piştî rageşiya derketî, polîsan bi awayeke rasthatî li derdorê gule barandin û hewl dan welatiyan derb bikin.