spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mûsa Anter li cihê lê hatibû kuştin, hat bibîranîn

Mûsa Anter li kolana ku ji aliyê JÎTEM’ê ve lê hatibû kuştin hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku wê pênûsa Mûsa Anter li erdê nemîne

Rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992’yan de ji hêla endamên JÎTEM’ê ve li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û bi tevlibûna Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, nivîskarê Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Mehmet Kamaç, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên saziyên civaka sivîl ên Amedê û gelek rojnamegeran bi merasîmekê hate bibîranîn. Di bîranînê de wêneyên apê Mûsa û rojnamegerên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Polîsan destûr nedan ku wêneyên rojnameger Ferhat Tepe û Yilmaz Yakut ên hatin qetilkirin werin hilgirtin. Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Di destpê de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya yê Roza Metîna axivî. Metîna anî ziman ku dosyaya doza kuştina Apê Mûsa ket nav dosyayên demborî û wisa got: “ Eger ku ev doz ketibe nav dosyayên demborî em nikarin bêjin ku li vî welatî edalet heye. Apê Mûsa dev ji heqîqêtê berneda. Mûsa Anter bi pênûsa xwe têkoşîneke mezin kir. Em jî wekî generalê wî yê biçûk doza wî dişopînin, her tim rêzê ji pênûsa wî re digrin. Em ê tevî hemû zor û zehmetiya li ber xwe bidin û dev ji pênûsa xwe bernedin. Em ê jî vê pîşeya pîroz berdewam bikin û ji nifşê nû re bihelin. Em ê li dijî neheqiya ku kujerê Apê Mûsa nehatin darizandin wekî rojnameger li ber xwe bidin.

Em soza te bi cîh tînin.

Piştre rojnameger Huseyin Aykol axivî. Akyol wiha got : “Min par li vir rapor ji Apê Mûsa re ragihand û ji roja hatiye qetilkirin heta niha me rojname derxist û gelek kenalê me yê televîzyonê çêbûne. Ji kesên ku te bi hovîtî kuştin werê ku em ê dest jê berdin lê me dest jê berneda û ala te hilda.  Dîsa gelek hevalê te hatin binçavkirin û girtin. Ji bo pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane çareser bibe me gelek agahî kom kirin û nûçe çêkirin. Di vê sala dawî de nêzî 30 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Lê hevalê me li der ve jî li zindanê jî karê xwe didomînin. Em soza te bi cîh tînin. Em ê siberojê jî li vir bin û em ê karê xwe bidomînin.”

Gelek şax li dara te ya çinarê zêde bûn

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, wesiyeta bavê xwe bi bîr xist û wiha got: “Gotineke bavê min heye, bavê min digot; ‘Bila ciwanên Kurd min di gora min de rihet bihêlin’ Dibe ku wan pênûsa apê Mûsa şikandibe lê îro generalên wî yên biçûk ew pênûs tamîr kirin û girtin destê xwe û berdewam kirin. Ew pênûs qet nayê şikandin. Gelek rojnamevanên dilsoz tev li şaxên wê dara çinarê ya mezin bûn. Bavo, rehet be ji ber ku ew pênûsa niha di destê generalên te yên biçûk de ye.”

Şopa Apê Mûsa wê her tim bidome

Herî dawî parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Kamaç axivî. Kamaç got ku ew di 31’mîn salvegera qetilkirinê de, Apê Mûsa bi bîr tînin û wiha got: “Em bi rêzdarî bejna xwe li ber ditewînin. Qetikirina Apê Mûsa ne xala yekemîne ne jî bû yê dawî. Deshilat li dijî peşengê gelê kurd derdikevin. Rewşebîr û rojnamegerên kurd dema tên kuştin jî dibin stêrka gelê xwe û rêya gelê xwe ronî dikin. Her tim rêya rast nîşanê civaka xwe didin. Apê Mûsa nayê jibîrkirin. Şopa Apê Mûsa wê her tim bidome.  Her kes dizane ku kujerê kurdan bêceza dimînin.

Piştî axaftinan girse heta kolana ku Apê Mûsa lê hatibû qetilkirin meşiyan û dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Bîranîn bi danîna qernefîlan li cihê ku Anter lê hatibû qetilkirin, bi dawî bû. Piştî ku merasîmên li vir bidawî bûn, girseyê berê xwe da gundê Mûsa Anter, Gundê Stilîlê yê girêdayî Nisêbînê da ku li wir bernameya bîranînê bidomînin.