18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PolitikART bi rêzepodcasteke nû derket pêşberî guhdarvanên xwe

PolitikART bi rêzepodcasteke nû ya bi navê “Di dîrokê de çi bû?” derket pêşberî guhdarvanên xwe.

Kovara fikr û hunerê PolitikART, di çarçoveya xebatên xwe yên medya sanal de li ser malpera xwe ya înternetê dest bi rêzepodcasteke nû kir. Kovara ku di mijarên mîna Bîranîn-Çîrok, Wêje, Porte, Wergerê de naverokan hildiberîne bi navê “Di dîrokê de çi bû?” bernameyeke nû ya podcastê da destpêkirin.

Rêzepodcasta ku bûyerên dîrokî bi belge û şahidan bigire dest, wê her wiha der barê dîroka kurdan de pêşniyarên çavkanî û mijaran jî bike. Mêvanê beşa yekemîn ê bernameya ku ji aliyê rojnameger Mahîr Firat Fidan ve tê amadekirin Akademîsyen û Dîroknas Dr. Îsmet Konak bû. Di bernameyê de Konak bersivên pirsên der barê koçberkirina kurdan a dema Yekitiya Sovyetan a di navbera salên 1937-1938’an de da.

Bername wê ji du hefteyan careke bê weşandin û kesên dixwazin xwe bigihînin beşa yekemîn a bernameyê dikarin vê lînkê bitikînin:

https://politikart.net/yazi/tarihte-neler-oldu-1