18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PYD’ê banga girtina qada balafiran li NY’ê kir

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. PYD’ê diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya ji bo guherandina demografyaya herêmê ev nêzî du meh in ketiye qonaxeke nû. Bi domdarî PYD’ê êrîşa Tirkiyeyê ya di 6’ê tebaxa 2022’yan de li dijî Taxa Sinaa ya Qamişloyê pêk anî bi bîr xist ku 2 jê zarok bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa tirk du roj berê bi droneyên întîharê êrîşî Til Rifatê kiriye û 6 zarok bi giştî 9 welatî birîndar bûne.

PYD’ê, daxuyand ku ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha Tirkiyeyê bi êrîşên yekser û neyekser gelek deverên Sûriyeyê dagir kirine û ev tişt parve kirin: “Li van herêman polîtîkaya tirkkirin û osmaniyan tên ferz kirin. Di van demên dawî de hedefgirtina sivîlan û hêzên ewlekariyê nîşan dide ku berdewamiya plana çarçoveya şerekî giştî ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Bi vê yekê jî dixwaze rola wan a di têkbirina DAIŞ’ê de qels bike. Firîn balafirên artêşa tirk a li qada hewayî ya Sûriyeyê, binpêkirina peymanên navneteweyî ye.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em sûcên dewleta tirk a dadgirker û çete û terorîstên wê yên li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantorê lihevkirinên bi dewleta tirk a dagirker re dikin ku pêşî li van êrîşên dagirkeriya tirk bigirin, sûc û kiryarên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin. Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta tirk bigirin. Her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo tespîtkirina sûcên dewleta tirk û çeteyên wê komîteyekê ava bikin û dawî li dagirkeriya wê ya li Sûriyeyê bînin.”