5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tabloya sûcê mirovahiyê ya Tirkiyeyê

Li Kurdistanê nêzî 50 sal in di navbera PKK’ê û dewleta tirk de şer didome. Ji sala 2015’an ve asta şer dijwartir bûye û dewleta tirk bi konseptên cur bi cur şerê gerîlayên PKK’ê dike. Di şer de hem gerîla hem jî leşker jiyana xwe ji dest didin.

Tevî ku cenazeyên leşkeran piştî çend saetan bi merasîm tên veşartin jî cenazeyên gerîllayan bi rojan li arazî tên hiştin û piştî çend rojan radikin morgên nexweşxaneyan. Di vê pêvajoyê de îşkence û bêrêziyeke mezin li cenazeyan hat kirin, tê kirin û leşker sûcên mirovahiyê li cenazeyan dikin. Her wiha bi mehan cenaze nadin malbatên wan û gelek caran  jî bêyî ku agahî bidin malbatên wan cenazeyan li goristanên bêkesan vedişêrin.

Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag, derbarê vê bêrêzî û sûcên ku li cenazeyên gerîlayan tên kirin de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

NATO jî şer dike

Hevserok Şeyhmûs Karadag, diyar kir ku bi salan e dewleta tirk û NATO li dijî gelê kurd şer didin meşandin û wiha got: “Bi salan e şerekî pir dijwar li Kurdistanê tê meşandin. Di nava van 4 mehên dawîn de dewleta tirk bi çekên teknolojîk û kîmyewî li dijî gelê kurd şerê tunekirinê dide meşandin û dixwaze hebûna gelê kurd ji holê rake. Ne tenê dewleta tirk hemû dewletên NATO’yê li dijî gelê kurd vî şerê bêexlaqî dimeşînin. Li dijî hêzên kurd çekên kîmyewî yên di qanûnên navnetewî de hatine qedexekirin bi kar tînin. Li dijî vê rewşa li dijî kurdan jî hemû cîhan bêdeng dimîne û bertek nîşan nadin. Ji bo ku keç û lawên kurdan bidin kuştin her rêbazê bi kar tînin. Ji bo wê jî zarokên kurdan jî mafdar in ku li dijî vî şerî xwe û axa xwe biparêzin.”

Bêagahî defin dikin

Karadag, bi bîr xist ku li gelek bajaran cenaze bêyî agahiya malbatên wan li goristanê bêkesan tên veşartin û ev tişt anî ziman: “Gerîlayên ku li goristanên bêkesan defin dikin ne bêkes in ne jî bê dê û bê bav in. Ji bo ku şopên çekên kîmyewî û îşkenceyê dernekevin holê bêagahî cenazeyan defin dikin. Naxwazin ku malbat ji vê rewşê haydar bibin. Di salên dawîn de li Meletiyê 270, li Wanê 75, li Sertê 200, li Xarpetê 30, li Semsûrê 9, li Çewlîkê 40, li Mêrdînê 50, li Riha û navçeyên wê 71, li Edenê 30, li Şirnex û navçeyên wê 82, li Amedê 29, li Êlihê 73 û li Erziromê jî 45 kes li goristanên bêkesan hatine definkirin.”

Bêhurmetiya li cenazeyan

Di berdewama axaftina xwe de Karadag, destnîşan kir ku niha li nexweşxaneyên bakurê Kurdistanê 25 cenazeyên gerîlayan hene û ev agahî dan: “Li tipên edlî yên Amed û Colemêrgê niha 18 cenaze hene. Li Amedê 3 û li Colemêrgê jî 15 cenaze hene. Bi giştî li nexweşxaneyan 25 cenaze hene. Dema ku em pirsa cenazeyan dikin, agahiyê nadin me. Malbatên ku cenazeyên xwe teşhîs dikin jî cenaze nadin wan û êşa wan zêdetir dikin. Li dijî cenazeyan bêhurmetî û bêexlaqiyê dikin. Ev cenaze yên zarokên me ne û divê li dijî vê rewşê her kes dengê xwe derbixe.”

Ji ber zilmê wê têk biçin

Karadag, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dema definkirina cenazeyan kesên ku dixwazin tev li merasîma cenazeyên gerîla bibin tên astengkirin û ev tişt got: “Di van demên dawîn de her dema cenazeyek tê dewlet şûştin û kefenkirina wan asteng dike. Nahêlin wecîbeyên dawî yên cenazeyan pêk werin. Wecîbeyên ku di baweriya misilmanetiyê de divê bên kirin asteng dikin û di ser de jî dibêjin em misilman in. Li goristanan me û malbatan asteng dikin. Nahêlin em biçin ser goristanan û êşa malbatan parve bikin. Ji ber zilma ku li gelê kurd dikin wê teqez di demek nêz de AKP-MHP têk biçe.”