3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerma mirovahiyê: Hîroşîma

Modernîteya kapîtalîst û pergala netew-dewletê ji bo ku li her dera cihanê hikm bike 500 sal in bênavber şer û pevçûnan li dijî gelan pêk tîne. Hebûn û berfirehbûna xwe di şer de dibîne. Lewre hemû cureyên şaristaniyê; pergala koledarî, feodal û kapîtalîst hêza xwe di her dema dîrokê de ji şer girtiye. Bê şer, bê kuştin, bê qetlîam ev pergal nikare li ser piyan bimîne. Ji ber wê jî ji bo ku ev pergal xwe li ser piyan bigire herdem gel û civakê  hedef girtine û heta niha jî ev şermî berdewam dike.

Di şerê 1’emîn û yê 2’yemîn ên cihanê de li her derê cihanê tişta ku vê pergalê bi serê gelan de aniye hed û hesabê wê nîne. Di van şeran de bi milyonan mirov hatine kuştin. Tenê ji bo ku li dijî Sovyetan pergala xwe xurt bigire modernîteya kapîtalîst di şexsê Îngilistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ewqas kuştin û qetlîam pêk anîne. Li Almanyayê di navbera salên 1933-1945’an de tişta ku Hîtler bi serê gelê cihû de anî tê zanîn. Bi hezaran mirov di firinan de şewitand û ewqas jî di qetlîaman re derbas kir.

70 hezar mirov mirin

Mînakên bi vî rengî gelek in. Lê mînaka herî şênber a li ber çavan jî Hîroşîma ye. Bajarê Hîroşîmayê yê girêdayî Japonyayê di sala 1945’an de bi êrîşên pergala kapîtalîst re rû bi rû ma. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 6’ê tebaxa 1945’an de bi bombayên ku ji atomê çêkiribûn gelên Hîroşîmayê hedef girt. Li gorî çavkaniyên wê demê, di pêvajoya destpêkê de 70 hezar mirov ji ber bombayê jiyana xwe ji dest didin û di nava du mehan de ev hejmar derdikeve 140 hezarî.

Ji ber bandora metabolîzmaya bombayê bi demê re gelek mirovên din jî jiyana xwe ji dest dan. Hem li Hîroşîmayê hem jî li bajarên derdorê wê ekolojiyê zirarek mezin dît û bi salan ji çandiniyê adanî çênebû. Dîsa ji bo radyasyona ku bombayê li xweza û avhewayê belav kir di genetîka mirov, ajal û nebatan de guhêrtin çêbûn.

Armanc pêşîgirtina Sovyetê bû

Rewşa ku li Hîroşîmayê qewimî şermiya sed sala 20’emîn e. Ji bo ku di cîhanê de hegemonyaya xwe vesaz bike, Dewletên  Yekbûyî yên Amerîkayê ev qetlîam pêk anîbû. Armanc jî ew bû ku qada Sovyetê teng bike û xwe li cîhanê serwer bike. Lewre Dewletên  Yekbûyî yên Amerîkayê hegemonyaya cîhanê ji destê Îngilistanê girt û diviya ku li gorî wê tevbigere. Hevsengiyên cîhanê ji nû ve dihatin avakirin. Ji bo wê jî hewce pê hebû ku pêşî li Sovyetan bigirin. Jixwe bi vê êrîşê jî armanca wan ji xelaskirina şer zêdetir ji nû ve destpêkirina şer bû. Serokê demê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Harry Trûman armanca xwe ya bi vê êrîşê wiha vegotibû: “Ji bo ku em di cihanê de û rojhilata asyayê de pêşî li Sovyetan bigirin me ev êrîş pêk aniye.”

Beriya ku ev êrîş pêk were di 17’ê tîrmeha 1945’an de li paytexta Almanya Berlînê bi tevlîbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îngilistan û Çînê Konferansa Potsdamê pêk hatibû. Di encama vê konferansê de ev her sê dewlet li ser  9 xalan li hev kiribûn û bang li Japonyayê dikirin ku xwe teslîmê wan bike. Di nava van 9 xalan de xala herî girîng jî ev bû: “Heke Japonya teslîm nebe wê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne.” Li dijî vê banga teslîmbûnê Japonyayê piştî çend rojan daxuyanî dabû û ev biryar red kiribû.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îngilistan û Çîn piştî vê daxuyaniya Japonyayê, li gorî biryarên ku di konferansê de girtine tevgeriyan û li dijî Hîroşîmayê di 6’ê tebaxê de ev qetlîam pêk anîbûn. Piştre di 9’ê tebaxê de jî li dijî bajarê Nagazakî yê Japonyayê jî bombaya atomê bi kar anîbûn û li vir jî 80 hezar mirov jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê êrîşê Japonyayê di 15’ê tebaxê de daxuyaniya teslîmbûnê dabû.

Di sed sala 20’emîn de ev êrîş û êrîşên din ên bi vî rengî hîna di bîra mirovahiyê de ne. Nemaze li Kurdistanê û li gelê kurd êrîşên bi vî rengî biyanî nayên. Dewleta tirk bi dehan caran bi êrîşên çekên kîmyewî gelê kurd kiriye hedef. Di 1930’î de Geliyê Zîlan, di 1938’an de Dêrsim û di 1988’an de Helepçe bi çekên kîmyewî û bi bombayan hedef hatibûn girtin. Di van êrîşan de bi hezaran kurd hatibûn qetilkirin. Dîsa di 2016’an de li Cizîrê bi dehan mirov bi çekên dewleta tirk ên kîmyewî di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin. Dewleta tirk heta niha jî çiya û bajarên Kurdistanê bi çekên kîmyewî hedef digire. Heke ji destê wan bê şermiya ku li gelê japon hat kirin wê dewleta tirk jî li Kurdistanê li dijî gelê kurd pêk bîne.

Qanûnên xwe esas nagirin

Heta niha dewleta tirk li Kurdistanê bi dehan caran çekên kîmyewî, bombayên fosfor û gelek çekên din bi kar aniye. Di sibata 2021’ê de dewleta tirk li Garê li dijî gerîlayên PKK’ê çekên kîmyewî bi kar anîbû û di encama vê êrîşê de 16 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû. Dîsa ji  17’ê nîsanê ve li Zap, Metîna û Avaşînê şer didome û heta niha dewleta tirk di vî şerî de jî gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Tevî ku ev çekên kîmyewî li gorî qanûnên navnetewî hatine qedexekirin jî dewleta tirk van çekan li dijî şervanên azadiyê û gelê kurd bi kar tîne. Lê dema ku mijar dibe gelê kurd an jî şervanên kurd, qada navnetewî li dijî van êrîşên dewleta tirk xwe bêdeng dike. Qanûnên ku wan bixwe derxistine esas nagirin û bi vî rengî li dijî mirovahiyê sûc dikin.