7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qahîre navbênkariya aliyên siyasî ên Lîbyayê dike

Li paytexta Misrê Qahîrê civînên aliyên siyasî ên Lîbyayê dest pê dikin û dê heftiyekê berdewam bikin. Ev civîn bi piştgiriya Misrê û di bin çavdêriya Şêwirmendiya Neteweyên Yekbûyî ya dosyaya Lîbyayê Stephanie Williams de pêk tê.

Di vê civîna ku îro dest pê dike û dê heftiyekê berdewam bike, aliyên siyasî ên Lîbyayê dê şêwra avakirina destûreke nû ji bo welatê xwe bikin. Her wiha di van civînan de dê mijarên destûrê, nakokiyên hiqûqî, lihevkirina ji bo lidarxistina hilbijartinan, di navbera parlamentoya Lîbyayê û Meclisa Bilind a Dewletê de werin nîqaşkirin.

Nakokiya herî mezin di navbera aliyên siyasî ên Lîbayayê de mijara destûra bingehîn û qanûna hilbijartinan e.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema parlamentoyê peywîra avakirina hikûmeteke nû spartiye Fethî Başaga ji ber nakokiyên siyasî ên di navbera aliyan de heta niha Başaga nikare derbasî paytext Trablusê bibe.

Lewre nakokiyên mezin di navbera aliyê Fethî Başaga û yê hikûmeta demî ya berê ya bi serkêşiya Abdulhemîd Dubeybe derketin holê û vê yekê nehişt ku Başaga bikaribe hikûmeta xwe ava bike.

Ev hevdîtinên ku dê hefiyekê li Misrê berdewam bikin hewldaneke ku ji bo herdu alî li ser hin mijarên sereke li hev bikin û rê li ber çareseriyeke siyasî vebe. Ji wî alî ve ev hevdîtin gelekî girîng in û mirov dikare bêje ku dê siberoja Lîbyayê destnîşan bikin.