4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê îbadet ji bo wekheviyê be’

Têkildarî rojiya Remezanê û neheqî û newekhevî ya ku di nava îslamê de endamên Komeleya Alimên Olî Yûsûf Andan û Mele Hacî Kadah ji Xwebûnê re axivîn û diyar kirin ku rojî, nimêj, zikat weke îbadetê têra heqîqetê nake.

Hikûmeta AKP’ê bi dehan salan e ku hebûna xwe li ser dînê îslamê didomîne. Ev ji 20 salan zêdetire ku xwe bi polîtîkayên dînê îslamê dixe rojeva cîhanê. Li Tirkiyeyê îro di encama van polîtikayên muhafazakar û qaşo îslamî de mala gel bi qeyranên aborî, siyasî, çandî û hwd. xera kir. Bi hatina rojiya Remezanê re di gelek tv û medyaya alîgir de qala ola îslamê, wekheviyê, nimêjê, zikatê tê kirin û di bin van gotinan de hemû dirûtî, neheqî, îşkence û polîtîkayên ku kujer, taciz û tecawizkaran diparêze, tên nixûmandin.

Der barê rojiya Remezanê, neheqî û newekheviya derdorên qaşo îslamê diparêzin de endamên Komeleya Alimên Olî Yûsûf Andan û Mele Hacî Kadah ji Xwebûnê re axivîn.
Haci Kadah anî ziman ku êdî gelek derdor naveroka nimêj, rojî û hwd. vala kirine, bêwate kirine û wiha got: “ Xizanî gelek zêde bûye. Li gor dînê îslamê di Kuranê de hewceye ku yên dewlemend alîkariyê bidin yên xizan. Mirovên dîndar bila zanibin ku ji bo xwedê tenê girtina rojiyê, kirina nimêjê, hec û zikat têrê nakin. Di ayetê de peyva ‘Ez ne ji mejkiroka bûm’ heye. Alîmê me ji sedî 95 vê wateyê tenê ji bo nimêjê şîrove dikin. Lê di vê ayetê de qala maneya alîkariyê dike. Peyva ‘salat’ê çawa ku tê wateya nimêjê, bi heman awayî tê wateya rehm û alikariyê jî. Ev wate li gor paşî û pêşiya ayetê diguhere. Kesên dewlemend ango halê wan baş divê alîkariyê bidin yên xizan. Xwedê teala di dojehê de du tişt bi cih kirî ye. Yek; dema malê yekî hebe divê parve bike, dudu jî divê em li hemberî zext û zordariyê bibin dengê mezlûman.”

Hacî Kadah da zanîn ku gelek kes tenê nimêj dikin, rojî digrin, zikatê didin lê naveroka Kuranê lekolîn nakin, ji hiqûqa xwedê- hiqûqa mirovan gelek dur in û wiha berdewam kir: “Nimêj, hec û zikat jî bo terbiyeyê ferz e. Ji ber ku rexistina civakê ji bo bi emrê xwedê bimeşin hatiye ferzkirin. Xwedayê têala hiqûqa di navbera mirovan de di Kuran’ê de diyar kiriye. Gelek mirovên bawermend nimêj, hec, rojî û zikatê ji hiqûqa mirovan ferztir dibînin, lê ev ne rast e. Îbadeta ku em pêk tînin ji bo hiqûqa mirovan li ser pêyan bimîne tê kirin. Heke tu alîkariya xizanekî nekî û bi wijdan û merhamet nêz nebî, tu dengê xwe li dijî neheqiyê dernexî lê tu xilasbûna xwe di mêj û rojîyê de bibînî ev xetereyeke herî mezin e û xeflet e.”
Mele Hacî Kadah di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya îbadetê û destnîşan kir ku ji bo civakbûnê tenê îbadet têrê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewilî hewceye ku di nava civakê de mafê mirovan bê parastin. Em wek mafê xwe mafên hevalên xwe, mafê mirovan biparêzin. Di civakê de ger kêmasî hebin, ev kêmasiyên evda ne, kêmasiyê me ne. Ji holêrakirina van kêmasiyan biqasî kirina nimêj û girtina rojiyê ferz e.”

Oldar durîtiyê dikin

Hacî Kadah jî di dawiya axaftina xwe der gelek oldar rexne kir û van tiştan got: “Emrê xwedê wek hev e. Bi dehan qenalên televizyonan hene û di wan qenalan de gelek oldar dertên, pesnê rojiyê didin û dibêjin kî rojiyê bigire wê biçe bihuştê. Lê xwedê di Kuran’ê de gelek caran gotiye mafên mezlûm û mafdaran biparêzin. Dîndar çima carekê jî qala van tiştan nakin? Di Kuranê de ayeteke ‘ger ku hûn rojiyê bigirin hûn ê biçin bihuştê’ tune ye û ayeta (îbn-î Mâce, Siyam,21) dibêje ku ‘Gelek kesên ku rojiyê digirin hene, ji bilî rojiyên wan ji birçîbûnê zêdetir tu tiştek ji wan re namîne û gelek kes hene ku bi şevê nimêj dikin lê ji bilî bêxeweyî ji wan re tiştek namîne.’ Ferzkirina îbadetê ji bo ku mirov xwe sererast bike tê kirin. Heke ez îro qala zilma pergalê nekim û di ser de jî derewa bikim, çavên xwe li hemberî neheqiyan bigirim ferzên nimêjên ku ez dikim kûlîbetal dibin. Dîn bi tevahî ye, yekpareye. Tu hinekî bikî û hinekî jî nekî nabe. Ferza xwedê heqî, rastî, maxduriyeta mazlûman e. Dema em gelek caran dertên qanalan û em tenê bibêjin rojî, nimêj û zikat, ev yek dibe xwexapandin. Emel bi hevdû re ye.”

Neheqiyeke pir mezin heye

Endamê Komeleya Alimên Olî mele Yûsûf Andan jî da zanîn ku hinek maf hene ferz in û divê bêne dayîn û ev tişt anî ziman: “Hinek tişt wek sedeqe ne. Yek bi îradeye xwe zikatê dide. Ez nikarim bêjim bide yan jî nede. Lê hinek tişt maf in. Îro dewlet ji gel bacê distîne. Lê bi vê bacêtang û topan li ser me dibarîne, xweza û çiyayên me talan dike. Ji bo bibin desthilatdar her neheqiyê li ser civakê ferz dikin. Di mijara bacê de neheqiya herî mezin li me tê kirin ji ber ku ji me kom dike lê li Stenbolê yan jî li welatekî rojavayî fabrîqeyan çêdike. Ev neheqiyeke pir mezin e.

Rêxistin hewce ye

Yûsûf Andan di berdewama axaftina xwe de qala neheqiya li ser gel û ziman kir û wiha got: “Di Kuran’ê de her mirov weke hev e û ti cudahiya nijadî di navbera wan de tune ye. Dema em îro qala heq dikin, heqê herî bingehîn mafê ziman û nasnameyê ye. Mafekî wisa ye ku dema tu qala wî mafî dikî tu di oxira wî mafî de bedêlên pir mezin didî. Desthilatdarî nijadperestiyê dike. Mixabin mafên mirovan di destên zaliman de ne. Ji ber vê yekê ye ku mijara mafan zelal nabe. Hewceye ku em hişyar bin. Ev hişyarbûn jî bi xwendinê pêk tê. Ji bo xwendinê jî rexistinê pêwîst e.”

Nezanîn xizantî ye

Andan destnîşan kir ku bingeha gelek pirsgirêkên heyî ji nezaniyê tên û wiha domand: “Nezanî bi xwe re koletî û bindestiyê tîne. Ji bo vê yekê jî divê em xwe perwerde bikin, bi rêxistin. Her zanayek cihanek e. Ger ev zanabûn û rêxistinbûyîn pêk neyê dê gel têk biçe. Nezanîn xizantî ye. Dema îro zanabûna me li ser zimanê me tune be û em nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, neyên gel hev dê kêmasiyên mezin derkevin holê. Îro hişmendiya serdest tu qiymetê nade xwezayê û berê xwe dide çêkirina tang û topan, bi çekên kîmyewî xwezayê talan dike. Ji ber kîmyasalê mirov, ajal û dar di xwazeyê de neman.”
Di dawiya axaftina xwe de Andan wiha got: “Em her tiştî bi rojiyê yan jî bi nimêjê ve girê didin. Lê ev şaş e. Divê em ferq û cudahiyê nexin di navbera mafên tu gelî û her kesî biparêzin. Ji bo civakbûnê ev pêwîst e. Mirov bila berfireh bifikirin. Tişta me xilas bike ne nimêj, rojî, zikat û tişteke dine. Bi hezaran tiştên şaş li ser navê îslamê tên kirin. Lê ya me rizgar bike rastî ye. Rastî jî ew e ku em mafên mezlûman, bindestan, bêkêsan biparêzin. Dîn dibêje ku her tiştî bi edaletî û wekheviyê bikin.”