4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar 400 roj in Nobeda Edaletê digire

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li ber Edliyeya Rihayê 400 roj in Nobeda Edaletê digire. Îro Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bû mêvanê “Sifreya Edaletê” ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin. Ji xeynî pêkhateyên platformê Parlementera HDP Huda Kaya û nûnerên rêxistina HDP’ê ya bajêr jî tevli fitarê bûn. Piştî banga mixrib hat kirin, kesên tevli fitariyê bûn bi hêviya “Edalet” çêbibe fitirîn. Piştî fitariyê platformê daxuyanî da. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Mahmût Bînîcî anî ziman ku li cîhanê tu zilm heta dawî nadome û ew bawer dikin ku dê ev zilm bi dawî bibe û wiha got: “Em soza bilindkirin û xurtkirina berxwedan û piştevaniyê didin.”