18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Yilmaz ê bi îşkenceyê hat kuştin defin kir

Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê ji ber îşkence û zexta 60 gardiyanan, 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin. Di encamê de Ferhan Yilmaz û girtiyekî din ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Malbata Yilmaz cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê wergirtin. Malbatê ji nexweşxaneyê pêşotopsî xwest lê bi hinceta “6 meh piştre dê bê dayîn” nehat dayîn. Dîsa rayedaran destûr nedan ku malbat li cenazeyê Yilmaz binere. Piştre jî malbatê cenaze wergirt û birin Êlihê. Cenazeyê Yilmaz li Êlihê ji hêla gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe Yilmaz li goristana gundê Kanîravayê di bin dengê zêmarên dayikan de spartin axê. Malbata Yilmaz şîna xwe li Taxa Kulturê danî.