5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Mexmûrê cezayê li ser Ocalan şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tekildarî cezayê disiplînê yê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 29’ê Adara 2022’an de hatibû eşkerekin, daxuyanî dan.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re bi her awayî tê astengkirin. Beriya niha cezayê disiplînê ku li Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû birîn, bi qasî 6 mehan hevdîtina li gel parêzerên xwe û 3 meh jî li gel malbatê hatibû astengkirin. Herî dawî di 29’ê Adara 2022’ an de carek din cezayê disiplînê li Ocalan hat birîn.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tecrîda li ser Ocalan, cezayê disiplînê ku di 29’ê Adarê de hatibû eşkerekirin û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didomin daxuyanî  dan û şermezar kirin. Gel li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û daxuyanî dan. Gel ji bo giyanê tevahî kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak daxuyanî xwend. Fîlîz Budak diyarkir ku ev bi qasî salekêye deriyê zîndana Îmraliyê ne hatiye vekirin û bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin û wiha got: “Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de tenê yek deqe bi rêya telefonê hevditinek pêk hat. Pergala îşkencê ya ku li Îmraliyê tê meşandin, li pêş çavê hemû cîhanê, hêz, tevgerên ku dibêjin em xwedî parastina mafê mirovanin, li pêş çavê wan kiryarên ku li Îmraliyê tên kirin. Hemû ji vê re bêdeng dimînin.

Budak di berdewamiya axaftina xwe de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tê domandin jî bi bîrxist û wiha domand: “Îro êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê tê meşandin baragehên dewleta Tirk yên ku li Başûr Kurdistanê têne avakirin rûreşiyeke. Ji vê saetê şunde şerê ku li Başûrê Kurdistanê rû bide, ji aliyê mala Barzan ve bi hevkariya dewleta Tirk were destpêkirin wê ne şerê birakujî be. Ev şerekî ku heta qirikê di nava îxanetê de ye. Li ti deveran îxanet li beramberî vîna azad bi serneketiye.”

Budak herî dawî ev bang kir: “Em bang li gelê Kurd, gelê azadixwaz, li jin û ciwanan dikin ku ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo rawestandina dagirkeriya li ser Kurdistanê di bin navê pêngava ku hatî destpêkirin de em dibêjin, dem dema azadiyê ye, dem dema şkandina tecrîda Îmralî ye, dem dema bi Rêbertiya azad re di Kurdistana azad de jiyan kirine.”

Piştî axaftinê daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bimre îxanet”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.