12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Her mirinek şerma vî welatî ye’

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê 148 roj in bênavber didome. Malbatên girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan qediyaye û nayên berdan,  vê carê li ber Gîrtîgeha Tîpa D a Amedê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, HDP û DBP  jî xwestin ku beşdarî çalakiyê bibin lê polîsan tenê rê dan hevserokên partiyên siyasî û malbatên ku xizmên wan di girtîgehan de ne.

Keça Abdulhalim Kirtay Herdem Merwanî behsa vê rewşa malbatên girtiyan kir û hestên xwe wiha anîn ziman:”Zilmeke pir mezin li ser malbatan tê kirin. Ji ber ku em gelek caran gotinan dubare dikin, êdî tu wateya gotinan jî nemaye. Hewceye ku gavên şênber bên avêtin”

‘Girtî bûne amûrê îşkenceyê’

Merwanî bal kişand ser girtiya bi navê Ferhan Yilmaz a ku di girtîgeha Silivriyê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Çi bibe bila bibe eger ku mirovek di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide ew şerma wî welatî ye. Mirovan bi fikrê wan sûcdar nekin. Girtiyan weke amûrên îşkenceyê li hemberî malbatên wan bikar neynin. Bangawaziya me ji serokê Wezareta Dadê ew e ku bila rojek beriya rojekê, seat beriya seatekê bersivê bide daxwazên malbatan.”

Reşahad Ada jî hêrsa xwe bi van gotinan anî ziman û got :”Bila êdî ji girtîgehan cenazê dernekevin. Di girtîgehan de zilm û zordarî heye. Êdî bila dengê me bibhîzin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.