28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Putîn :” Em ê hemû armancên xwe pêk bînin.”

Serokê Rûsyayê Valdemir Putîn di pîrozbahiyên 12 nîsanê Roja Fezayê ya Navdewletî de der barê êrîşên li dijî Ukraynayê de axifî û wiha got :” Em ê operasyonên xwe berdewam bikin heta ku hemû armancên xwe pêk bînin û kes nikare me ji cîhanê qut bike.”

Putîn di axaftina xwe de leşekrên Rûsyayê silav kir û sedema lidarxistina van operasyoinên li dijî Ukraynayê wiha şîrove kir û got :” Me nikaribû em êdî çavên xwe li ser komkujiyên ku Ukraynayê li dijî gelê Donbasê dike, bigirin.”

Putîn di berdewama axaftina xwe de got ku Ukraynayê peymanên Mînsikê binpê dikir û me nikaribû em bêdeng bimînin. Putîn ramanên xwe di vê mijarê de wiha anî ziman û got :”Tiştê ku li Donbasê dibûn kolkujî bûn.”

Her wiha der barê bername û planên Rûsyayê yên fezayê de jî Putîn pesnê welatê xwe da û got ku tevî hemû ambargoyan ew dê plan û projeyên xwe yên fezayî berdewam bikin û kes nikare pêşiya wan bigire.

Ev daxuyaniyên Putîn di bîranîna 61’emîn ya rêwîtiya yekemîn a ber bi fezayê de hate dayîn ku dikeve roja 12 nîsanê de.