13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Silîvriyê 2 girtî bi îşkenceyê hatin kuştin’

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi sernavê “Em Gazî Wezareta Dadê Dikin! Li Girtîgeha Silîvriyê çi qewimiye eşkere Bikin!” agahiyek bi lezgînî belav kir. ÎHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku girtî Ferhan Yilmaz û girtiyek navê wî nehat hînbûn li Girtîgeha Silîvriyê bi îşkenceya ji aliyê gardiyanan ve pêk hatiye, jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê di vê têbiniya xwe de diyar kir ku malbata Ferhan Yilmaz cenazeyê xwe wergirtiye.

Şaxa ÎHD’a Stenbolê der barê mijarê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Şaxa ÎHD’ê têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Girtîgeha Silîvrî anî ziman ku 60 gardiyanan bi ser qawîşekê de girtine û ji ber îşkenceyê 6 girtiyan xwestine dawî li jiyana xwe bînin. ÎHD’ê anî ziman ku ji ber îşkenceyê Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest dane.  Rêveberên ÎHD’ê di civînê de pankarta “ Em bang li Wezareta Dadê dikin! Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5’an a Sîlîvriyê çi dibe? Aşkere bikin” vekirin. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî beşdarî daxuyaniyê bû.