5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Tûnisê: “Em ne ayaleteke Osmanî ne”

Serokê Tûnisê Qeys Seyîd bertek nîşanî daxuyaniya serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan a der barê palementoya Tûnisê de da û got: “Em ne ayaleteke Osmanî ne ku ji wir fermanan bidin me.”  Piştî ku serokê Tûnisê Qeys Seyîd parlamento fesix kiribû der barê mijarê de Erdogan nerazîbûna xwe anîbû ziman û gotibû “Fesixkirina parlamentoya Tûnisê şîlokirina demokrasiyê ye û darbeyeke li dijî vîna gelê Tûnisê ye.”

Tûnisê ev daxuyanî wekî destwerdana karê navxweyî yê vî welatî bi nav kiribû û bang li sefîrê Tirkiye yê li Tûnisê kiribû ji bo nerazîbûna welatê xwe jê re ragihîne. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Tûnisê li Wezîrê Karê Derve yê tirkiyeyê geriyabû û der barê mijarê de nerazîbûna welatê xwe anîbû ziman.

Ji dema ku dawî li desthilatiya ‘Tevgera Nahda’ ya birayên Misliman a Tûnisê hatiye, gelek caran rayedarên hikûmeta tirk bi şêweyên cuda nerazîbûna xwe ji desthilata Qeys Seyîd û Tevgera Gel ya piştgiriya wî dike, tînin ziman.

Berdevkê Tevgera Gel Usama Ewêdat der barê mijarê de wiha got: ”Li gorî Erdogan fesixkirina parlamentoyê dibe darbeyeke mezin ji alîgirên wî re. Lewre ez vê destwerdanê dike.”

Ewêdat xwest her kes rêzdariyê ji biryardarî û vîna gelê Tunisê re bigire û destê xwe nexe nava karên wan ên hundirîn.