spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Ocalan dê ji bo cezayên disîplînê serî li AYM’ê bidin

Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê di 28’ê adarê de 3 cezayê disîplînê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birîbû. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî cezayê dîsîplînê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabû. Îtiraza buroyê ji aliyê her du dadgehan ve hatin redkirin.

Di tebaxa 2021’ê de cezayê qedexekirina hevdîtinê ya malbatê hatibû birîn. Ceza di 18’ê mijdara 2021’ê de bi dawî bûbû. Parêzer jî ji bo hevdîtin pêk bê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Piştî dozgeriyê serlêdan bêbersiv hiştibû parêzeran di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Parêzeran di serlêdanê de destnîşan kiribûn ku astengiya li ber serdana malbatê bêhiqûqî ye û xwestibûn malbat biçe Îmraliyê hevdîtinê bike. Lê dadgeriyê ev serlêdan bi hinceta cezayekî nû yê disîplînê red kiribû.

Dadgeriyê, di 29’ê adarê de bersiva serlêdana parêzeran dabû. Dadgeriyê di biryara xwe de gotibû: “Serokatiya Desteya Disîplînê di 3’yê sibata 2022’yan 3 meh cezayê disîplînê biriye û ev ceza di 21’ê sibatê de hatiye pesendkirin. Daxwaza hevdîtinê ji ber vê hatiye redkirin.”

 Parêzeran îtîraz kir

Piştî vê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî biryara redkirinê ya Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 1’ê nîsana 2022’yan de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabûn û îtiraz kiribûn. Parêzeran di heman demê de ji bo rakirina cezayê disîplînê û wergirtina dosyeya disîplînê jî serî li Dadgeriya Înfazê dabûn.

Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê, di 4’ê nîsanê de bersiva îtiraza parêzeran dabû. Dadgeha Cezayê Giran, bi hinceta biryara Dadgeriya Înfazê ne biryareke bêusûl û dijqanûnî ye, îtiraza parêzeran red kiribû.

Parêzer dê serî li AYM’ê bîdin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA), parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî vê biryara Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî serlêdana parêzeran a ji bo rakirina cezayê disîplînê û wergirtina mînaka dosyeya cezayê disîplînê jî di 4’ê nîsanê de red kiribû. Dadgeriyê di biryara xwe de derpêş kir ku xwestina mînaka dosyeya disîplînê û rakirina cezayê disîplînê talûke ye ji bo ewlehiya cemaweriyê û serlêdana buroyê red kiribû.

Piştî vê parêzer serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dan.

Parêzeran di daxwaznameya xwe ya îtirazê de diyar kirine ku diyar kir ku di serlêdana xwe ya 29’ê adarê ya li Dadgeriya Înfazê de pê hesiyan e ku di 3’yê sibatê de cezayê disîplînê hatiye birîn.

Parêzeran di daxwaznameya xwe de bilêv kirine ku derbarê cezayên disîplînê de tu agahî li be rdestê wan tune ne û lewma ev biryar biryareke nediyar e û dijî pîvanên rêgeza qanûnîtiyê ye. Her wiha di daxwaznameyê de raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ên derbarê astengiyên li ber hevdîtina li Îmraliyê jî hatine destnîşankirin û hatiye gotin ku ev cezayê disîplînê yên bi awayekî sîstematîk tên birîn mafê qedexekirina îşkenceyê jî binpê dikin.

Parêzeran di daxwaznameyê de daxwaz kirine ku Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê biryara Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ya derbarê nerakirina cezayê disîplînê û nedayîna dosyeya disîplînê betal bike.