17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo zehmetkêşanê civakê

Metîn Yaşa

Her zehmetî xweşî û aramiya ji bo siberojê ye. Weke destên westandî ku çawa li ser zikê têr be. Ji rehetiyê nerazîbûn nêzîkatiyeke mirovan a sincî û wijdanê ye. Di meha nîsanê de biqasî ku nivîsandin hêsan e, ew çend jî zor û zehmet e. Çiqas xweş e, ewqasî jî bi jan û êş e. Vekirina pindikan a rengê gul û kulîlkan, bêhna nêrgiz û gulên muhemedî çiqas mirov dilşad û kêfxweş dikin, bêhna barûdê ya ku xwezayê jehrî û xerab dike ew jî ewqas mirov xembar dike. Derketina ji nav dîwarê zindanan çiqas mirov kêfxweş bike lê heyf û mixabin ewqas mirov dilgiran jî dike. Lewra tu heval û hogirên xwe li pey xwe dihêlî û derdikevî ‘derve’ lê her çiqas tu dilê xwe radestî wan bikî û dilê wan jî bigirî gel xwe, ev xembarî kêm nabe.

11’ê nîsanê dilovaniya dayika Uveyşê ye. Va ye em jî wê bi bîr tînin bi çend gotinan be jî. Lê ji bo mirovê serwext diyar e ku têr nake. Beranberî keda dayikekê divê giranbuhayê wê jî ewqas hebe biqasî ku heq kiribe. Ma ew jî ji bilî azadiyê wê çibe? Ji ber ku hemû tiştinê têkildarê civakê yên ku mirovane di nav xwe de dihewîne.

Xweda, xweza, xuza, xudeh, xwebûn… Yekser mirov dikare bibêje afirîneriya dayikê ye. Cih, cihê min, te, wî, wê, me, we, wan û hwd. ciya min, diya min… Bi kurtasî cihê ku em, hûn, ew jê hatine dayik e. Jin, jiyan, azadî têgehên balkêş in. Li gel rasteqîniya xwe di heman wextê de danasîneke heqîqetê ye.

Di salvegera Mewlana de va ye heştsed sal zêdetir e, em bi vê wesîleyê bi rêzdarî wî jî bi bîr tînin û gotinên wî yên wekî; “Jin ne evînek e, nûreke heq e. Ew nehatiye afirandin weke ku xulqîner be.” Heştsed sal berê bi zarê xwe yê şîrîn gotibû, niha kî çi dibêje bila bibêje, ev bi serê xwe mijareke dîtire. Jiyaneke baş, qenc û xweşik, bi dostaniya jin û mêr pêkan e. Di gotinên Mewlana de jî em vê bi awayeke şênber dibînin.

Di roja me de em vê heqîqetê di kesayeta kesên ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin û ev mesele ji xwe re kiribin derd jî dibînin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî birêz Ocalan e.

Ew kesinê ku mirovên xweşik, baş, qenc û zanyar welîdandine dayik bi xwe ne. Yek ji wê dayikê ya bi rûmet û qedirbilind jî weke tê zanîn dayê Uveyş e. Ev dayika me ya hêja herêma ku lê çavên xwe vedike, di her qada jiyanê de pêşeng e. Ev mînak li ber çavên herkesê ye. Bes mirov bixwaze bibîne.

Bêguman dayik Uveyş jî li gor şert û mercên ku tê de dijiya dê bixwaze serwer be û wisa jî bû. Hêjayî gotinê ye ku mirov qala hîsên wê bike ku di nav zarokên xwe de tenê birêz Ocalan pîroz kiribû.

Disa mirov dikare qala merdî, çavfirehî, dilpakî û pêşwaziya wê ya li rêwîtiya heqîqetê bike. Temenê xwe bi oxirkirina pêşengê rêwiyê rêya azadiya gelê kurd derbaskir. Rojekê jî mirûzê xwe tehl nekir, sifreyek danî û yek rakir.

Em wekî ferdên gelê kurd wê bi rêzdarî bi bîr tînin, di kesayetiya wê ya qedirbilind û bi rûmet; bejna xwe li hember hemû dayikên pakrewanan yên doza azadiya gelê kurd, bi hêvî û baweriya ku dê êş û jana dayikan bi dawî bibe careke din bejna xwe li ber wan ditewînin.