3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka bi wan kir wan jî bi kurdan kir!

Li bakurê Kurdistanê zilm îşkenceya ku ji aliyê dewletê ve li kurdan tê kirin, bêrawestandin didome. Her carê li devereke Bakur agahiyên îşkenceyê tên bihîstin û rûyê rasteqîn ê dewletê yê li dijî kurdan bi rêbazên cuda derdikeve holê. Piştî hovîtiya ku ji aliyê polîsan ve li navçeya Wêranşar a Rihayê li zarokê 16 salî Mûharrem Aksem hat kirin; li Êlihê ji aliyê leşkeran ve îşkence li welatiyan hat kirin.

Weke ku tê zanîn di 25’ê adarê de polîsên ku perwerdeya guleberdanê didîtin berê guleyên xwe dabûn ser Aksem û bedena wî ji guleyan kiribûn mîna kunên seradan. Ji ber vê bûyerê hê jî lêpirsîn derbarê tu kesî de nehatiye destpêkirin û hesab ji kesî nehatiye pirsîn.
Piştî vê bûyerê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ku tev li weşana zindî ya televîzyonekê bû, derbarê îşkenceyê de axivî û gotinên ku tu kesî jê bawer nekirin, kir. Bozdag, weke qet bedena zarokekî kurd bi guleyên polisan nebûbe mîna seradê angaşt kir ku îşkence li tu kesî nayê kirin û vê der barê de îftira li polîs, leşker û gardiyanan tê kirin.
Di esasê xwe de ev gotinên Bozdag gotinên xwedîderketina li îşkenceyê ye. Bozdag bi van gotinên xwe nîşanî me dide ku li ser xeta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye.
Her wiha heta jê tê naxwaze Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ku beriya çend salan bi gotina; “Dîkare bibêje ez kurd im û azad im. Kesî bi zimanê wî negirtiye. Lê bila bizanibe ku gelê tirk wî derxistiye qonaxên herî bilind.

Kesên ku bibêjin em ê ji bo Kurdistanê bixebitin û tiştên bên serê wî divê qebûl bike. Hişyar dikim bila Bozdag baldar be” gef lê xwaribû û gazinan jê bike!
Li ser vê xwedîderketina Bozdag a li îşkenceyê û fikara wî ya ji gazinên Bahçelî, di 31’ê adarê de leşkeran bi ser gundê Timoqê yê Navçeya Hezo ya Êlihê de girtin û bi lêdan û îşkenceyê 15 gundiyan binçav kirin. 10 gundî di heman rojê de hatin berdan, 4 gundî piştî çar rojan hatin berdan û gundiyê bi navê Saddûllah Karabaş jî hat girtin.
Ji 4 kesên ku piştî binçavkirina 4 rojan hatin berdan Yahya Karabaş îşkenceya ku li wan hatibû kirin vegot. Bi vegotinên Karabaş derket holê ku leşkerên tirk, tiştên ku leşkerên Amerîkayê di sala 2003’yan de li Silêmaniyê bi ser wan de anîne wan jî di bin çavan de bi serê gundiyan de aniye.

Ez qala bûyera kişandina kîsê xistin serê leşkerên tirk dikim. Di sala 2003’yan dema şerê Amerîka û Iraqê de fermandarekî Amerîkayê komeke leşkerên tirk girtibû û kîs kiribû serê wan. Leşkerên tirk vê bêrûmetiya leşkerên Amerîkayê ya li hemberî xwe di ser gundiyên kurd de ceribandin; leşkeran kîs kişand serê gundiyên ku binçav kirin û 4 rojan îşkence li wan kirin. Ji ber îşkenceya ku lê hat kirin xwîn rêjiya ser çavê Yahya Karabaş.
Heke ku Bozdag, der barê îşkenceya ku li Karabaş hatiye kirin de daxuyanî bide bi îhtîmaleke mezin wê bibêje, ‘Ji ber ku Karabaş çavên xwe zêde miz daye xwîn rêjiyaya ser’. Lewre çawa ku îşkence karê polîs û leşkeran e wisa sergirtina îşkenceyê jî karê rayedarên mîna Bozdag in.
Ev îşkence ji bo ku kurd negihîjin mexseda xwe li wan tê kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê