spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mewlûd

Fatma Taşli Tunç

Dibêjin nezan ji zalima xerabtir in, ev ji peyvên pêşiya ne. Mewlûdo hem mirovekî nezan bû, hem zalim bû hem jî xizan bû. Wî karek û îşek nedikir. Di meha remezanê de li ber devê derî rûdinişt û kê mewlûd bidana êvarê diçû ser mewlûdê. Zikê xwe dida ber tirşik û goşt û birincê, xwe di pijpijand û dihat malê, destê xwe li ser zikê xwe yê wekî beroşekê digerand û qirpik li xwe dixist. Hevjîna wî ji ber vê yekê navê wî kiribû Mewlûdo!
– Ayy keçê hovê! Weleh ez dikim biteqim; rabe çareyekê bike hey bergîra denga.
Jinik û zarokê xwe ji destê Mewlûdo di arê emanê debûn.
Jinika reben berî êvarê radihişt kêr û satila xwe bi nav erda diket. Xerdel û nançûk, kelbeş û sitirîzerk dida hev, satila xwe tije pel û pincar dikir, êvarê ji zarokê xwe re dikir şîv û datanî ber wan.

Roj û meh bihurîn, demsal bû zivistan, bi emrê xwedê çogek berf ketiye.
Ne nan û ne xwarin, zarok tî û birçî di hundir de. Dayik bê çare, zarok ji birçîna digrîn.
Mewlûdo bi çavên nepişî serê xwe ji bin lihêfê radike û diqîre.
– Ma ez rabim we? ez jî ne wek we me, ka min çi kuçele xwariye û hin jê mane?
Dayika neçar difikire ka wê zarokê xwe bi çi awayî bihewîne.
Bi çavên hêsir li dora xwe dinêre, çavên wê li xaliya bi dîwar ve daliqandî ma û bi resmê xezanan li nava daristanê, diçêriyan.

Bi dengekî nermik got.
– Ka werin ez ji we re merselokekê bêjim.
Wek kurka ku çêçikên xwe di bin baskê xwe de bicivîne, zaroka xwe xist bin çengê wê, wê jî berê xwe da xalîça dîwar û wiha got:
– Hûn vê daristanê dibînin?
-Erêêê em dibînin.
– Hûn wî xaniyê di nav de dibînin.
– Erêêê, em dibînin.
– Hûn wan bizinên di nava daristanê de dibînin.
– Erêêê, em dibînin.
-Ew mala me ye. Ew daristan jî bexçeyê me ye, di nava bexçeyê de darên me yên fêkiyan hene, em ê sêv, porteqal û hinaran jêbikin, paşê em ê bizinên xwe bidoşin û şîrê wan bimeyînin.
– Naaa em ne meyînin, em şîr vexwin.
– Bila, hûn çawa bixwazin, em ê wisa bikin.
Êdî dayikê her şev bi zikê birçî zarokên xwe bi vî awayî di xew re dikir.
Piştî ku zarok radizan, wê balîfa ber serê xwe, bi hêsirên çavên xwe dişuşt.
Sibehekê rabû ku dengê def û zirneyê ji serê kolanê dihat.
Rabû der û dorê xwe dahev, bi destê zarokên xwe girt û wiha got:
– Gedeno ka em neçin mala kalikê we? Hûn nebêjin em birçîne haa, lê dema ku xwarin danîn em ê jî bixwin.
Berf li erdê bûye cemed û qeşa, kî bikeve ew ê stûyê wan bişkê!
Bi destê hev girtin û meşiyan,her ku nêzîkî serê kolanê dibûn, dengê defê zêdetir dihat.
Govend û helahela ye.
Li ser qeşayê reqereqa kabikê qondereyan ne.
Zarok dawa kirasê dayika xwe dikşînin.
-Yadê yadê, tu li bavo binêre ew ne bavo ye ?
Dema dayik li govendê dinêre ku li çi binêre.
Mewlûdo di serê dîlanê de xwe hiltîne û li erdê dixe, xwe wenda kiriye, her ji kêliyê carekê dibêje:
– Helaa helaaa hêêêêê.
Jinik û zarok bi çavên matmayî bi deqan lê dinêrin û paşê li riya xwe de derin mala kalikê xwe, li wir zikê xwe têr dikin û êvarê tên malê.
Jinik dipirse:
– Gelo ew tu bû îro di govendê de xwe wer di hejand?
– Erê ez bûm.
-Gelo te ji xwe fedî nedikir?
– Êêê hovê, ma tu zanî ez çima ketibûm govendê?
Min sar bû, ez wextî ji serma bimrama, bi xêra dîlanê ez germ bûm! Ma xema te ye? bergîra denga. Lê Mixabin di Gelek malan de Mewlûdo hebûn û hêjî hene.