20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qamişloyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadan

Li Qamişlo, bi sed hezaran kes li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî daketin qadan.

Dewleta tirk ji meha nîsanê ya sala 2021’an ve li dijî herêmên parastina medyayê bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşî gerîllayên HPG’ê dike. Artêşa tirk di van êrîşên xwe de li dijî gerîlla çekên kîmyewî bi kar tîne. Gerîlla ji van êrîşan bibandor dibin û jiyana xwe ji dest didin.

Herî dawî HPG’ê vê der barê de dîmên gerîllayên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest didin weşand û ragihand ku 17 gerîlla di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Piştî weşandina van dîmenan li seranserê Kurdistanê çalakî tên lidarixstin û li dijî dewleta tirk bertek tên nîşandan.

Ev bertek didomin û piştî çalakiya girseyî ku duh li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê pêk hatibû îro jî li Qamişloyê li dijî dewleta tirk meşeke girseyî hat lidarxistin. Ji bo çalakiyê ji navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê yên Qamişloyê, navçeyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan ên Hesekê bi sed hezaran kesî berê xwe da navenda Qamişlo.

Meşa ku bi dirûşma “Em ê bi îradeya gel û gerîla êrîşên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” hat lidarxistin, ji sê baskan ve dest pê kir. Girseya gel ji Taxa Siyahî, Nexweşxaneya Ferman û Mizgefta Qasimo dest bi meşê kir. Çalakger ber bi Stada Şehîdên 12’ê Adarê meşiyan.

Ji Qamişlo û Hesekê pêkhateyên ereb, kurd, ermen, suryanî û asûrî tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn hatin hildan. Her wiha di meşê de alên PKK û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî hatin hildan.

Girseya gel bi dirûşma “Bijî gerîla” li ber Stada Şehîdên 12’ê Adarê li hev kom bû. Li ber stadyûmê nûnerên Partiya Yekîtiya Suryanî, rûspiyên ereb û Meclîsa Malbatên Şehîdan axivîn û bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan.