17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo jiyaneke birûmet e

Malbat Şenyaşar, di roja 615’an a nobeta xwe ya edaletê li mala xwe ya Pirsûsê domand û li ser hesabê xwe yê medya sanal peyam parve kir: “Têkoşîna me ji bo jiyanek û jiyandineke birûmet e.”

Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê hatin kuştin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir. Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbata Şenyaşar îro çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê di roja 615’an de berdewam kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal, ev parvekirin kir: “Li erdnîgariya me hê jî mirov tên kuştin. Em bûne civakeke ku vê asayî dibînin. Guhertin û pêşketinê divê beriya aboriyê der barê mirov û civakê de be. Têkoşîna me ji bo jiyanek û jiyandineke birûmet e.”