2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Rojhilat ketin roja 57’an

Li bajarên Rojhilat û Îranê melayan piştgirî dan xwepêşandanan û banga berdana xwepêşanderên hatine binçavkirin, li rejîma Îranê kirin.

Serhildana ku piştî kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emî li rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiribûn ketin roja 57’an. Duh li Rojhilat û Îranê xelk daketin kolanan û çalakî lidarxistin. Li Seqizê esnafan dikanên xwe venekirin, xwendevanên zanîngehê jî dijî zextên rejîmê çalakî li dar xistin. Xwendevanên zanîngeha Tahranê bi dirûşmeya ‘Xwendevan edaletê dixwazin’ daketin kolanan û weke rojên din xwepêşandanên xwe dewam kirin.

Li Beluçistanê jî weke rojên borî, li dijî rejîma Îranê xelk daketin kolanan. Xwendevanên zanîngeha Sinê bi dirûşmeyên dijî rejîmê daketin kolanan. Li bajarê Serdeşt jî xwepêşandanek hate lidarxistin û xelk li ber derê mala şehîdek xwepêşandanê ê bi navê Hemin Hemze kom bûn û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qêriyan.

Li bajarê Seqizê melayan bi daxuyaniyekê êrişên rejîmê şermezar kirin. Melayan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji ber gendelî û zilmê kurd rabûne ser xwe. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Du meh bi ser qetilkirina Jîna Emînî re derbas bûn, lê desthilatdar guh nade xelkê. Rastiyê berovajî dike û xelkê nerazî dikujin, bi awayek ne yasayî muemeleyê li kesên hatine binçavkirin dike.”

Melayan piştgirî da xwepêşanderan û xwestin kesên hatine binçavkirin werin berdan.

Hêjayî gotinê ye duh Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya xwe ya nû aşkera kir û diyar kir ku di nava 54 rojên raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 326 kes hatine kuştin. Ji vana herî kêm 43 kes temenê wan di bin 18 salan de ne û 9 jê jî jin in.