7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Colemêrgî jinan starta 25’ê Mijdarê da

Jinan li navenda Colemêrgê bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê dan û diyar kir ku ew sedsalê weke “sedsala jinan” pêşwazî dikin û ev tişt gotin: “Her êrişeke li dijî jinan, sedema têkoşîn û raperîna me ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinên HDP’a Colemêrgê, bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiyê ye” daxuyaniyek da û starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî da. Çalakiyên îsal diyarî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin û Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, hate kirin. Jinan di daxuyaniyê de pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiyan jinan e” vekirin. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven axivî û wiha got: “Dengê xwîşkên Mîrabel’an heya dengê Sara, Jîna Emînî û Nagihanan, dengê jinan ji Îranê heta tevahiya cîhanê belav bûye. Ev deng bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ roj bi roj bilindtir dibe. Em vê sedsalê weke ‘sedsala jinê’ pêşwazî dikin. Ev zîhniyeta ku dixwaze me di nava malan de hefs bike û têkoşîna me ya rêxistinkirî têk bibe, divê baş bizane ku em ê li berxwe bidin û têkoşîna azadiya jinê mezintir bikin.”

Banga ji bo girtiyan

Bi domdarî Seven bal kişand ser rewşa girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo hemû malbatan ew e ku xwedî li dayikên di Nobeta Edaletê de ji bo zarokên xwe li ber xwe didin û li dayika Emîne Şenyaşar a li dijî neheqiyê têdikoşe derkevin. Aysel Tûglûk bi saya têkoşîna hevpar a gerdûnî hat berdan û heta ku hemû girtiyên nexweş tên berdan jî dê têkoşîna me bidome.”

Sedema têkoşînê

Di berdewamê de Seven da zanîn ku ji ziman heta çand, jiyan, siyaset û nasnameyê, her tiştên jinan û kurdan weke sûc tên dîtin û wiha bi dawî kir: “Keda jinê tê paşguhkirin, rastî polîtîkayên şerê taybet tên û tên îstîsmarkirin. Jin rastî sepanên tundiyê tên û polîtîkayên zayendperest tên çewisandin. Hemû jinên ji hêla pergala mêrserdest û mêran ve hatine qetilkirin, sedema raperîn, serhildan û têkoşîna me ne.”

Bernameya çalakiyan

Piştî daxuyaniyê, Seven bernameya çalakiyan a ku dê heya 25’ê mijdarê li bajêr bê lidarxistin aşkere kir. Li gorî vê yekê; “Dê di 15’ê mijdarê de li Colemêrgê axaftin bên kirin, di 22’yê mijdarê atolyeya pirtûkan bê kirin, di 23’yê mijdarê de ji girtîgehan re qert bên şandin, di 24’ê mijdarê de daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bê dayîn û di 25’ê mijdarê de jî li Geverê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.