28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyrana aboriyê her roj kûrtir dibe

Ev qeyrana aboriyê ya heyî ji aliyekî ve dibe sedema xizaniyê û ji aliyê dinê ve jî dibe sedema bêkar bûnê. Esnafên Amedê bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku ew nikarin debara mala xwe bikin

Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji ber polîtîkayên AKP’ê yên çewt her roj qeyrana aboriyê xirabtir dibe û bandoreke neyînî li ser her kesî dike. Lîreyên tirk piştî hibijartinan her roj li hemberî dolar û euroyê bêqîmetir dibe. Ji ber vê rewşê esnaf nikarin deynên xwe bidin û wekî berê nikarin bi hêsanî karê xwe bikin. Ev qeyrana aboriyê ya heyî ji aliyekî ve dibe sedema xizaniyê û ji aliyê dinê ve jî dibe sedema bêkar bûnê. Esnafên Amedê bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku ew nikarin debara mala xwe bikin.

Esnafê bi navê Aydin Bere, got ku ew êdî nikare wekî berê debara mala xwe bike û wiha axivî:  Demeke dirêje ez vî karî dikim lê me tu carî wekî îsal zor û zehmetî nekişandiye. Ji ber ku her roja diçe buhayê xwarin û amûran zêde dibe û nayên stendin.  Îsal em gelek di şert û mercên giran de dijîn û em êdî nikarin karê xwe yê bazirganiyê bikin. Heta niha tişta ku me distend em niha nikarin dîsa wê bistînin. Tişta ku 100 lîre be niha ew tişt sê-çar qat buha bûye. Dema ku muşteriyên me tên çav bi etîketên kincan dikevin berê xwe didin aliyên dinê û diçin. Naxwazin li pişt xwe jî bizîvirin. Ev tişt gelekî me diêşîne. Bi rojan, carinan jî bi mehan tiştekî jî nafroşin.”

Her tişt buha bûne

Esnafê bi navê Vedat Yildiray, diyar kir ku esnaf di rewşeke gelek xirab de karê xwe dikin û wiha axivî: “15 sal in ez solan difroşim. Ji salên borî heta niha buhayê jiyanê ji sedî sed hatiye guhertin. Çend sal beriya niha em nedigihîştin daxwazên muşteriyan. Lê niha kêm tên vir û gelek ji wan bêyî ku tiştekî bikirin derdikevin. Niha gelek cudatî ketiya navbera cureyên solan. Sola ku wê demê bi 350 lîre  bû niha ew sol ne kêmî 500 lîre ye. Ger ku bi vî awayî bidome gelek esnaf dest ji karên xwe berdin.”

Zem banorê li esnafan dike

Aydin Çinar ê ku karê çayxaneyê dike bal kişand rewşa aboriyê di salên dawî de her diçe ber qeyraneke kûrtir ve diçe û ev tişt got: “Ev 10 sal in ku ez li vir karê çayxaneyê dikim. Me beriya salan çayek dida bi 25 qirûşî lê niha ji ber zemê çayek niha bûye 5 lîre. Li gorî ku çay bûye 5 lîre jî dîsa neqî xwe dernaxe. Dikana em têde ne bi kirê ye lê em bi avê û ceyrana wê re nagihijînê. Ne çay bi tenê ye hinek amûrên vexwarinê yên sar hene ew çay buhatir in. Ji ber niha havîn e tên tiştên cemidî vedixwin.”

Di bin deynê qrediyan de ne

Talat Dalan, diyar kir ku her cara zêr, dolar û euro zêde dibin ew gelek xisar ji vê rewşê dibînin û wiha axivî: “Bi salan e ez li vir kincan difiroşim û min tu sal wekî îsal şert û mercên zehmet nedîtiye. Em her roja ku diçin kar em difikirin em ji xwe re dibêjin; ‘gelo ew ê îro kar bibe an ne be?’ Em vê pirsê tim ji xwe dipirsin.  Roja ku zem neyê ser tiştan tune ye. Her careke ku dolar û euro zêde bibe kincekî bi sed lireyî be buhayê dibe 150-200 lîre. Niha ji ber vê rewşê gelek tiştên me di destê me de dimînin nayên firotin. Ew tiştên nayên firotan jî êdî dibin wekî destên duyemîn û ji neçarî bi erzanî difroşin.  Em gelek ketine binê deynê bankayan. Em nikarin deynên xwe yên krediyan bidin. Em ji vê rewşê bêzar bûne.”