14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşîgirtina êrîşan di xurtkirina dîplomasiyê de ye

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê, ji bo pêşîgirtina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava bang li Rêveberiya Xweser kir ku li dijî êrîşan dîplomasiyeke xurt bimeşîne û sîwaneke parastinê ava bike

Desthilata AKP-MHP’ê piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê êrîşên xwe yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di van êrîşên ku bi balafiran pêk tîne de Tirkiye kesên sivîl hedef digire Herî dawî rêveberên Qantona Qamişloyê bûn hedefa êrîşên Tirkiyeyê û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniyên ku ji Rojava tên dayîn hedefa van êrîşên demên dawîn ên Tirkiyeyê astengkirina darizandina DAIŞ’iyan e.

Heta niha vê der barê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tu daxuyanî nehatine dayîn. Lê balkêş e piştî aşkerekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya der barê darizandina DAIŞ’iyan de Tirkiyeyê asta êrîşên xwe bilind kiriye û ji Şehbayê bigire heta Dêrikê gelek êrîş pêk anîn. Her wiha rayedarên tirk di daxuyaniyên xwe der barê êrîşan de diyar dikin ku wê êrîşên xwe yên li dijî sivîlan bidomînin.

Rêyên çareseriyê

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê, der barê êrîşên Tirkiyeyê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Pîrê, destnîşan kir ku gelek hedefên êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava hene û der barê mijarê de ev tişt gotin:

“Êrîşên dewleta tirk tu carî li dijî Rêveberiya Xweser û HSD’ê nesekinîne. Tenê du rêyên ku dikarin van êrîşan rawestînin hene; yek jê çareseriya siyasî û yek jê jî guhertinên demokratîk ên li Tirkiyeyê çêbibin. Heke siyasetmedarên dewleta tirk bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl bibin û çareser bikin wê kurd li bakurê Kurdistanê mafê xwe bi dest bixin. Bi vê re wê fobiya dewleta tirk a li dijî kurdan û êrîşên wê rawestin.”

Mîsak-i Mîllî

Pîrê, destnîşan kir ku dewleta tirk ji destpêka problema Sûriyeyê ve şeroşa Sûriyeyê ji xwe re kiriye hedef û wiha axivî: “Dewleta tirk dixwest şoreşê bike bin kontrola xwe. Aşkere digotin ku Heleb û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka Mîsak-i Mîllî ye. Ji ber ku bi saya kurdan ev siyaset şikest û têk çûn kurdan ji xwe re dikin hedef. Tirkiye bi êrîşên xwe dixwaze gel bitirsîne û koçber bike. Bi vê hewldanê jî dixwaze valahiyek di navbera gel û Rêveberiya Xweser de ava bike. Bide nişandan ku dewleta tirk dikare her tiştî bike. Ji bo gel ji Rêveberiya Xweser veqete û qut bike van êrîşan pêk tîne. Lê heta niha nikaribûye vê bike wê ji niha şûn ve jî nikaribe bike.”

Hevkariya bi DAIŞ’ê re

Di axaftina xwe de Pîrê, bal kişand ser hevkariya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re û têkildarî mijarê de ev agahî dan: “Herkes dizane ku Tirkiye çawa piştgiriya DAIŞ’ê dike. Dema ku xeta sînor bi qasî 200 kîlometreyî di destê DAIŞ’ê de bû Tirkiyeyê vê qet ji xwe re nekir problem. Heta têkiliyên wan bi hev re hebûn. DAIŞ’î tev di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibûn. Dema ku DAIŞ biketa tengasiyekê dewleta tirk jê re dibû alîkar. Piştî şerê li Minbicê û rizgarkirina wê dewleta tirk bi DAIŞ’ê re li hev kir û derbasî Cerablûs û Babê bibe. Dema ku DAIŞ’ê li Baxozê li ber têkçûnê bû dewleta tirk dest bi dagirkirina Efrînê kir.”

Darizandina DAIŞ’iyan naxwaze

Pîrê, piştî vê hevkariya bi DAIŞ’ê re vegot, li ser meseleya darizandina DAIŞ’iyan jî rawestiya û wiha got: “Rêveberiya Xweser ji bo girtina welatiyên wan ên tev li DAIŞ’ê bûne, gelek caran bang li welatan kir lê kesî bi ya Rêveberiya Xweser nekir û welatiyên xwe yên DAIŞ’î qebûl nekirin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser biryar da ku DAIŞ’iyan bidarizîne. Dewleta tirk ji vê meselê gelek ditirse û naxwaze ku DAIŞ’î ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bên darizandin. Ji ber ku wê gelek têkiliyên wê yên bi DAIŞ’ê re bi rêya ragihandin ji raya giştî re bên aşkerekirin. Ji ber vê sedemê dewlata tirk ne dixwaze DAIŞ’î li dadgehên Rêveberiya Xweser bên darizandin ne jî dixwaze li dadgehên navdewletî bên darizandin.”

Pêşniyarên rawestandina êrîşan

Di berdewama axaftina xwe de Pîrê, bi lêv kir ku tevî ku Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî xwe diparêzin û gelek tiştên wan ji ber çavên dewleta tirk hatine veşartin jî dewlat tirk êrîş dike û endamên Rêveberiya Xweser û kesên sivîl û xwedî mal û zarok dike hedef û ji bo pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyeyê ev pêşniyarî li Rêveberiya Xweser kirin:

“Rêveberiya Xweser divê karê xwe yê dîplomasiyê zêdetir xurt bike. Ku karibe di astên herî bilind de bi dewletan re danûstandinê bike û ji bo pêşîgirtina êrîşên firokeyên Tirkiyeyê siwanek li ser tevahiya Rojava ava bike, wê êrîşên Tirkiyeyê rawestîne. Dewleta tirk tenê bi dironeyan hikm li ser hêzên leşkerî yên li qadê dike. Bi firokeyên bêmirov zora hêzên leşkerî dibe. Divê ku di vê mijarê de bi serkeve û dewletan qanih bike.”

Hevkariya Rûsyayê

Pîrê, ji bo rola Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê ya di êrîşên Tirkiyeyê de jî ev tespît kirin: “Mixabin Rûsya, Îran û Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê ne tenê bêdeng in di heman demê de piştgirî didinê. Dema ku Rûsya li Efrîn û Girê Spî agirbest îlan kir, min piştgiriya van agirbestan kir lê niha bi awayekî aşkere dibêjim ku ne di heman fikrê de me. Lewre Rûsya bûye yek ji beşên problema Sûriyeyê û êrîşên li dijî kurdan û Rêveberiya Xweser. Rûsya niha tenê li aliyekê nasekine û agirbestê naparêze. Rûsya bixwe bi dewleta tirk re bûye şirîkî kuştina mirovên sivîl û siyasetmedarên Rêveberiya Xweser.”

Xeta duyemîn

Ji bo rejîma Sûriyeyê jî Pîrê, got ku tu gotineke rejîma Sûriyeyê nemaye, di meseleya dijî tirkan de ew tu carî nikare biryarek bide yan jî li dijî êrîşan bisekine û ev tişt anîn ziman: “Ev biryar bûye biryara Rûsya û Îranê. Di Rojhilata Navîn û Asyayê de li dijî Amerîka û Ewropayê xeteke duyemîn çêdibe. Ev bi pêşengiya Rûsya û Çînê dibe û Îran jî tev li vê meselê dibe. Bertekên ku ji rejîmê tên piranî bertekên Rûsyayê ne. Rûsya îro li ser rojavayê Kurdistanê bazaran dike. Kuştina mirovên Rojava û Sûriyeyê û xwe gihandina mafan ne derd e ji Rûsyayê re.”

Pîrê, destnîşan kir ku di demên dawî de rejîma Sûriyeyê dewleta tirk weke dagirker nabîne û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe yên der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û pirsgirêka Sûriyeyê de anî: “Tenê berê xwe daye Amerîka û dibêje, ‘Amerîka dagirker e û divê ji Sûriyeyê derkeve’. Ev jî daxwaza dewleta tirk, Rûsya û Îranê ye. Dixwazin Amerîka ji Sûriyeyê derkeve û li gorî civînên ku li Soçî û Astanayê kirine her çar dewlet bi hev re ji xwe re kurdan tune bikin.”