3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm bi ‘radyoyên qaçax’ propagandayê dewletê dikin

Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hat îlankirin û gelek Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin. Bi KHK’an bi giştî 178 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ji van saziyan 3 jê ajansên nûçeyan, 16 jê televîzyon, 45 jê rojname, 15 jê kovar û 23 jê jî radyo bûn. Lê li bajarên kurdan li şûna saziyên çapemeniyê yên hatin girtin, gelek organên çapemeniyê yên nêzî desthilatê hatin bicihkirin.

Di vê çarçoveyê de li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê ku bi îmzeya Ahmet Kanbal hatiye weşandin li bajarên bakurê Kurdistanê ji bilî malperên înternetê yên di bin kontrola midûriyeta polîsan de gelek radyo hatine avakirin. Radyoyên ku di bin navê “têkoşîna li dijî terorê” de ji aliyê qaymeqam û qeyûman ve hatin avakirin, bi “weşaneke derqanûnî” kar dikin. Weşanên radyoyan nêzî desthilatê bi taybetî jî nêzî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ne. Weke radyoyên herêmî bin tên nîşandan û ji bo balê bikişînin jî weşanên xwe bi kurdî, tirkî, erebî û li hin bajaran jî bi inglîzî dikin.

Piraniya radyoyên hatine avakirin weşanên xwe li avahiyên qeymeqamtiyê dikin û ji xeynî van hin radyo jî li şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin jî hene. Peyamnêrên hinan ji wan di avahiyên şaredariyên qeyûman de ne. Lê Radyoya Başakê ya li Qosera Mêrdînê hatiye avakirin şaredariyê hem wekî navend bi kar tîne hem jî wekî devera ragihandinê.

Di bin banê navekî de hatine komkirin

Radyoyên navborî ku ev demeke dirêj e “weşaneke derqanûnî” dikin, ji aliyê radyoyên taybet ên di bin kontrola RTUK’ê de gelek caran giliyê wan hatiye kirin. Lê belê ne RTUK’ê ne jî qeymeqamtiyan guh nedane van giliyan. Piştî demekê gava giliyên ji bo van radyoyan zêde bûn, Wezareta Karên Navxweyî dest bi komkirina radyoyên ku “weşaneke derqanûnî” kiribûn û ew di bin navê şirketê de anîbûn cem hev. Di vê çarçoveyê de şîrketek hat avakirin ku navenda wê Ercîş FM, Tûtak FM e. Radyoyên ku di qeydên RTUK’ê de hatine avakirin bi giştî wekî Ercîş FM, Tûtak FM hatine qeydkirin û hatiye diyarkirin ku ew saziyên TRT’ê ne.

Radyoyên hatine avakirin

Radyoyên ku li bajarên herêmê hatine avakirin hin jê ev in:

* Başak FM ku li navçeya Qoser a Mêrdînê di çileya 2019’an de bi piştgiriya Qeymeqamtiya Qoserê hatiye avakirin. Li gel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, walî, qeymeqam, Serokê AKP’ê yê Bajêr û parlementerên AKP’î beşdarî vekirina wê bûne. Weşana xwe bi kurdî û tirkî dike. Mêvanê ewil ê radyoyê jî Soylû bûye. Peykên radyoyê jî li ser avahiya Şaredariya Qoserê ne ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin. Di qeydên RTUK’ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM’ê derbas dibe.

* Radyoyeke din a li Mêrdînê hatiye avakirin jî Nusaybîn FM e. Di adara 2019’an de hatiye vekirin. Waliyê Mêrdînê qeyûmê wê demê Mûstafa Yaman û rêvebirên AKP’î yên wê demê û Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mehmet Vejdî Kahraman tev li merasîma vekirinê ya Nusaybin FM’ê bûne. Di qeydên RTUK’ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM’ê derbas dibe.

* Di çileya 2020’an de li Rihayê radyoya bi navê Bariş Pinarî FM bi piştgiriya Navenda Piştevanî û Koordînasyona Sûriyeyê ya Walîtiyê hatiye avakirin. Radyo weşana xwe bi tirkî, kurdî, erebî û inglîzî dike. Her wiha li Rihayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşana xwe bi frekansên cuda dike. TRT piştgiriya wê dike.

* Delal FM ku li Dîlokê hatiye avakirin, weşana xwe bi giranî bi erebî dike, di weşanên xwe yên ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de balê dikişîne ser bernameyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan. Navê wê di nava qeydên RTUKê de tune ye.

* Li Wanê Ercîş FM di çileya 2019’an de ji aliyê Qeymeqamtiya Erdîşê ve hatiye avakirin. Di malpera înternetê ya qeymeqamtiyê de hatiye diyarkirin ku radyo ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye avakirin. Di qeydên RTUK’ê de navê wê Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.

* Bi heman awayî Tûtak FM di çileya 2019’an de li Agiriyê dest bi weşanê kiriye. Di qeydên RTUK’ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.

* Li navçeya Bazîda Agiriyê, Radyoya Dogûbeyazit di çileya 2019’an de dest bi weşana xwe kiriye. Di qeydên RTUK’ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM’ê derbas dibe.

* Li Çelê ya Colemêrgê Çûkûrca FM di 17’ê îlona 2018’an de hatiye avakirin û yên piştgiriya wê dikin Qeymeqamtiya Çelê û Wezareta Karên Navxweyî ye. Di qeydên RTUK’ê de wekî saziya TRT’ê hatiye binavkirin. Di qeydên RTUK’ê de navê wê wekî Çûkûrca FM derbas dibe.

* Li navçeya Gever a Colemêrgê jî Yuksekova FM hatiye avakirin û Wezareta Karên Navxweyî û Qeymeqamtiya Geverê piştgiriya wê dikin. Di qeydên RTUK’ê de wekî saziya TRT’ê tê binavkirin. Di qeydên RTUK’ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.

* Cizre Nergis FM li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin banê qeymeqamtiya navçeyê de hatiye avakirin û TRT piştgiriya wê dike. Her tim Waliyê Şirnexê, qeymeqam û qeyûmên navçeyê dibin mêvanê radyoyê. Di qeydan de wekî saziyeke TRT’ê tê binavkirin. Di qeydên RTUK’ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.