3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm li Erxeniyê 6 milkên neguhêzbar derxistin firotinê

Qeyûma ser Şaredariya Erxeniyê 6 milkên neguhêzbar derxistin firotinê.

Qeyûmên li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin tayînkirin, hêj niha jî milkên neguhêzbar ên aîdî şaredariyê difiroşe. Qeyûmê Şaredariya Erxeniyê ya Amedê, parselên bi hejmarên 10-11-12-13 ên adaya 455 ên Taxa Barbînê dan ber firotinê. Qeyûm, di heman demê de parsela hejmar 54 a adaya 1310 û parsela hejmar 4 a adaya 378 ên Taxa Şîrînevlerê jî derxistin firotinê.

Parselên bi hejmara 11-12-13 ên adaya 455 a li Taxa Barbînê ku bi mezinahiya hezar metrekareyane bi 17 hezar lîreyan; parsela hejmar 14 a adaya 455’an ku bi mezinahiya wê hezar û 339 metrekare ye jî bi 22 hezar û 775 lîreyan derxist firotinê.

Parsela bi hejmara 54 a adaya 1310 a li Taxa Şîrînevlerê ku bi mezinahiya wê 355 metrekare ye bi 122 hezar û 682 lîreyan; parsela hejmar 4 a adaya 378 ku 10 donim e û di plana îmarê de weke “Qada ku dê bikaranîna wê îro were domandin û xeta boruya sotemeniyê ya NATO’yê” derbas dibe jî bi 5 milyon û 171 hezar û 350 TL’an derxist firotinê.

Bihayê parselan bi giştî weke 5 milyon û 316 hezar û 858 TL hatiye diyarkirin û dê di 20’ê hezîranê de bi usûla teklîfa vekirî derxist firotinê.