28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desthilat civakê bi netewperestiyê jehrî kir

Rojnameger Cahît Mervan, encamên hilbijartinê nirxand û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê civakê bi tirs û netewperestiyê jehrî kiriye û muxalefeta Tirkiyeyê nikaribûye civakê li dijî vê bi rêxistin bike.

Di nav 14 rojan de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê du hilbijartin (14’ê Gulanê:hem parlamento hem serokkomarî/28’ê Gulanê: tenê serokkomarî)  pêk hatin. Di her du hilbijartinan de jî muxalefeta Tirkiyeyê tevî amadekariyên ku zêdetirî 2 salan bû dikirin jî li dijî desthilata AKP-MHP’ê encama ku xwest bi dest nexist. Muxalafeta Tirkiyeyê ne piraniya parlamentoyê bi dest xist, ne jî ya serokkomariyê.

Li hêla din Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya HDP’ê hat avakirin jî xwe negihand hedefa ku danîbû pêşiya xwe û dengê xwe kêm kir. Lê tevî vê encamê jî piraniya ji bakurê Kurdistanê 65 parlamenter (Partiya Çepên Kesk: 61/TÎP: 4) şand parlamentoyê. Di pêvajoya ku encamên hilbijartinên tên nirxandin de nîqaşeke tund di nav partiyên muxalefetê de dest pê kiriye û bangên xwerexnekirin û guhertinê tên kirin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bersiv dan rexneyên ku li wan tên kirin û daxwazên guhertinê û biryar dan ku di kongreya partiya xwe de ji bo hevserokatiyê nebin namzet. Rojnameger Cahît Mervan pirsên rojnameya me yên der barê encamên hilbijartinê de bersivand û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê civakê bi tirs û netewperestiyê jehrî kiriye û muxalefeta Tirkiyeyê nikaribûye civakê li dijî xwe bi rêxistin bike.

Pirsên me û bersivên Mervan li jêr in:

Di 14 û 28’ê gulanê de li Tirkiyeyê du hilbijartin pêk hatin. Di her du hilbijartinan de jî muxalefeta Tirkiyeyê hedefa ku da pêşiya xwe pêk neanî û berovajiyê vê careke din desthilat di hilbijartinan de bi ser ket. Hûn li benda encameke bi vî rengî bûn?

Ya rast min digot qey Partiya Çepên Kesk wê di 14’ê Gulanê de ji sedî 14-15 deng bigire û Kiliçdaroglu di tûra yekem de bi ser keve. Ez di texmînên xwe de rast derneketim. Sedema wê ya herî mezin operasyona têkbirina hişmendî bû. Vê yekê bandor li me jî kir. Me nikaribû pêvajoyê rast bixwenda û planên muhtemel ên hikumetê rast pêşbînî bikin. Şîroveyên me yek alî bûn. Mînak me namzed nîşandanna wezîran weke qelsiya Erdogan dixwend. Lê belê dema ku kabîneya wezîran hat ragihandin me dît ku ew jî parçeyek ji vê planê bûye. Yan jî me rast şîrove nekir gelo çima MHP bi lîsteyeke cuda ketiye hilbijartinê? Me ev yek weke nakokiya di nava bloka desthilatê de şîrove kir. Lê belê di 14’ê Gulanê de hate dîtin ku ew jî parçeyek planê ye. Deng ji MHP’ê re hatin nivîsandin û dengên Partiya Çepên Kesk hatin dizîn. Di mijarekê de divê em heqê Erdogan û ekîba wî teslim bikin. Çi ye ew?  Erdogan hostayekî wisa ye ku mesela qenciya ku nekiriye dide nişandan ku kiriye. Hemû tiştên xirab ên ku wî kiriye weke ku qet nekiriye nîşan dide.  Divê em biwêrekî qebûl bikin ku me pêvajo rast nexwend. Ger em vê xeletiyê bibînin, wê demê em dikarin rastiya xwe jî  ji nêz ve bibînin.

Li gorî we tişt ango tiştên ku bûn asteng, muxalefeta Tirkiyeyê di her du hilbijartinan de jî bi ser nekeve, çi bûn, kêmasî û şaşiyên muxalefetê yan propagandayên desthilatê ji serkeftina muxalefetê re bûn asteng?

Şaşitiya herî mezin a muxalefetê ew bû ku di nava sînorên ji aliyê Erdogan ve hatibû xêzkirin de ma. Ew bi zimanê Erdogan hatin mehkûmkirin. Daxwazên gel ên weke wekhevî, azadî û demokrasiyê avêtine paş. Ji bo neteweperestiyê bi Erdogan re ketin pêşbirkê. Siyaseta dijminatiya li dijî koçberan tenê yek ji wan xalan bû. Li şûna tifaqa demokratîk tifaqa neteweperest ava kirin. Dem bi dem sloganên faşîst jî bi kar anîn. Ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakê nikaribûn baweriyê bidin raya giştî. Weke tifaqekê xuya dikirin lê pir parçe bûn. Ji ber tirs û zextên Erdogan hewl dan heta ku ji destê wan bê ji kurdan dûr bikevin. Li şûna ku tabûyan bişikînin, bi xwe tabûyên nû avakirin.

Weke ku hûn jî dizanin di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê desthilatê ve gelek zext û hîle hatin kirin. Ev zext û hîle çi qas bandor li encamên hilbijartinê kirin. Heke mirov li rêjeyê bixe dikare bibeje ku zext û hîleyan encamên hilbijartinê diyar kirin?

Pêwîst e em hilbijartinan ji du aliyan ve binirxînin. Yek; encamên dengên ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve hatibûn aşkerakirin. Dudu; tiştên ku di rastiyê de hebûn. Hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê teqez operasyonek bû. Bi milyonan dengdêrên xeyalî hebûn. Di hezaran sindoqan de şahid û çavdêr tune bûn. Di rastiyê de Kiliçdaroglu di tûra yekem de bi ser ket. Lê hem deng ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hatin manîpulekirin hem jî di nava CHP’ê de mudaxele hat kirin. Li aliyê din, li Kurdistanê û bi piranî li herêmên weke Anatoliya Navîn û Behra Reş bi sed hezaran dengên Partiya Çepên Kesk hatin dizîn ango windakirin. Ev deng ji MHP’ê û partiyên din re hatin nivîsandin. Ji ber vê yekê reqemên ku di tûra yekem û duyemîn de hatine aşkerakirin rastiyê nîşan nadin. Rejîm xwest meşrûiyetê bi dest bixe. Lê belê wê siya sextekariyê tu carî li ser van hilbijartinan ranebe.

Tevî ku bi salan e di navbera nîjadperestan de nîqaşên mezin hene jî partiyên mîna MHP-ÎYÎ Partî û Partiya Zaferê nêzî 12 milyonan deng girtine. Hûn girtina dengan a di vê astê de ya van partiyên nîjadperest çawa şîrove dikin?

Ji xwe civaka Tirkiyeyê civakeke neteweperest a klasîk e. Di salên dawîn de ew ji nû ve hate formatkirin. Em vê di hemû qadên jiyanê de dibînin. Neteweperestî her roj ji nû ve tê hilberandin.

Ji bo vê hemû rê rewa dibînin. Hemû kesên netirk bi dijminatiyê re rû bi rû dimînin. Ji bo ku neteweperestiyê bi pêş bixin saziyên medyayê, rêzefîlm, fîlm, konser, şano û hwd. her tiştî bi kar tînin. Ji ber vê yekê ne ecêb e ku ew partiyên faşîst 12 milyon deng bi dest xistine. Her wiha dengên neteweperestan tenê bi van her du partiyan re bi sînor nîn in. AKP û CHP’ê jî ji nijadperestan deng digirin.

Beriya pêvajoya hilbijartinê gelek kesan rexne li polîtîkayên desthilatê yên krîza aborî, vîrûsa koronayê û erdhejê kirin, lê encamên hilbijartinê nîşan didin ku van gelek kesan careke din desthilat tercîh kirine. Di hêla civakê de ev çi nîşanî me dide?

Feqîrî, belengazî û birçîbûn her tim têra hilweşandina desthilatdariyê nakin. Bi rastî, ew pir caran bi kêrî hikumetê tê. Erdogan birçîbûn û xizanî weke çek bi kar anî. Wî têgihîştinek çêkir ku krîza aborî ji hêla “hêzên derve” ve tê afirandin. Wî anî ziman ku birçîbûn ne girîng e û mijara sereke pirsgirêka ewlehiya Tirkiyeyê ye. Civak bi tirs û neteweperestiyê jehrî kir. Li aliyê din muxalefet jî li hemberî vê yekê nikaribû berxwedaneke cidî bide meşandin. Nikaribû gel bi rêxistin bike. Nikaribû sedemên rastî yên birçîbûn û krîzê ji raya giştî re vebêje. Nikaribû li dijî şer û mîlîtarîzma ku para herî mezin ji butçeya wî girtibû, derkeve.

Piştî vê rewşa giştî dixwazim bêm ser encamên ji bo Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê. Hem weke tifaq hem jî weke partî dengên xeta ku kurd û dostê xwe li ser siyaset dikin kêm bûne. Hûn daketina dengê vê xetê bi çi ve girê didin?

Çend sedem hene ku dengên Partiya Çepên Kesk an jî HDP’ê kêm bûne. Ji ber vê yekê, divê em bi kêmanî şert û mercan ji bîr nekin. Zext, tundî û operasyonên dewletê nayên paşguhkirin. Bi sed hezaran deng jî di carekê de hatin dizîn. Bêyî jibîrkirina van şertan divê çend xal werin destnîşankirin: 1-Di lîsteyên namzetan de kêmasî û pirsgirêkên cidî hebûn. 2-Daxwazên kolektîf ên civakê, bi taybetî jî yên kurdan, ne diyar bûn. 3-Tifaqa Kurdistanî dereng ma. 4-Nêzîkatiya êlîtî derket pêş. 5- Propagandaya qels hebû. Zimanekî ne giştî dihat bikaranîn. Pir axivîn lê tiştek negotin. 6- Li qadan vekirina buroyan û mîtîng hatin lidarxistin. Xwe bi tenê vekirina buroyan û lidarxistina mîtîngan bi sînor kirin. Hema bibêje hin namzetên rêza yekem ne li qadê bûn.

Gelek derdor dibêjin ku nîqaşên bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û namzet dernexistine ji bo serokkomariyê bûne sedem ku Partiya Çepên Kesk hedefa xwe pêk neyne. Tu tev li van nirxandinan dibî yan li gorî te hin sedemên din hene?

Pêvajoya bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re bi rêk û pêk nehat birêvebirin. Şaş bû ku bi du partiyan re weke tifaq bikeve hilbijartinan. Di vê mijarê de enerjîyeke bêwate hat xerckirin. TÎP’ê ji destpêkê ve listeyeke hevbeş nedixwest û dixwest xwe ji kurdan dûr bixe. Diviyabû jê re bihata gotin, ‘Ji kerema xwe re bi tenê bikevin hilbijartinê’. Ez fêm nakim da ku çima ev tişt nehatin gotin. Bi dîtina min ji destpêkê ve destekdana Kiliçdaroglu rast bû. Rast bû ku HDP bi namzetê xwe derneket.  Lê belê ev baş nehat îzahkirin.

Cahît Mervan kî ye?

Rojnameger Cahît Mervan di sala 1959’an de li Bedlîsê hatiye dinyayê. Çend sal piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an derketiye derveyî welat. Di kovar û rojnameyên cuda de nûçe û şîrove nivîsandine. Ji sibata 1996’an ve di MEDTV, MEDYA TV, CTV, NUÇE TV; STERK TV û MEDYA HABER TV de xebitiye. Di amadekirina rêzedokûmanterên weke ‘’Roja Reş’’, ‘’Bajarê Ku Cihan Hejand: Kobanê’’ , ‘’Yekîtiya Netewî’’ , ‘’Şerwanekî Azadîxwaz Qasim Engîn’’ û 40 beşên ‘’Serhildan’’ de weke edîtor xebitiye.